Partiya El Weten: Serxistina pêvajoyê girêdayî rola desthilata Şamê ye

Partiya El Weten El Sûrî diyar kir ku rakirina cezayan li ser Sûriyeyê gaveke erênî ye, lê serxistina pêvajoya pêş girêdayî rola desthilata Şamê ye ku temsîleke giştî pêk bîne, yekrêziya nîştimanî ava bike û aştiya navxweyî biparêze.

Partiya El Weten: Serxistina pêvajoyê girêdayî rola desthilata Şamê ye
28 gulan, 2025   07:25
HESEKÊ

Li Sûriyeyê guhertin û veguhertinên girîng di qada siyasî de çêdibin, lê hîna arîşeyên bigirêk ên navxweyî û derve dewam dikin.

Der barê mijarê de sekretêrê giştî yê Partiya El Weten El Sûrî Sabit El Cewher ji ajansa me re axivî. Sabit El Cewher di destpêka axaftina xwe de biryara serokê DYA’yê Donald Trump a rakirina cezayan li ser Sûriyeyê, her wiha biryara Yekitiya Ewropayê ya rakirina cezayan li ser hin sazî û bankan wek "fersendeke rasteqîn a ber bi aramkirina welat ve" nirxand.

‘PEYMANA DI NAVBERA MAZLÛM EBDÎ Û EHMED EL ŞERÎ DE BINGEHA AVAKIRINA SÛRIYEYA SIBEROJÊ YE’

Sabit El Cewher di dewama axaftina xwe de peymana di navbera fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şerî de wek "bingeheke êrênî ji bo pêkanîna lihevkirinên nîştimanî ku destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin" pênase kir û got: " Deskeftiyên ku bi saya projeya Rêveberiya Xweser û şehîdan hatine bidestxistin, modela yekitiya siyasî û civakî ya pêkhateyên herêmê ye."

Di heman çarçoveyê de Sabit El Cewher îşaret bi vê yekê kir ku divê bendên peymana di navbera Mazlûm Ebîd û Ehmed El Şerî de werin pêkanîn, koçber li cih û warên xwe vegerin û bi rûmet bijîn.

‘GOTINÊN SORKIRINÊ Û DESTWERDANA DERVE GEFÊ LI YEKITIYÊ DIXWIN’

El Cewher destnîşan kir ku komkujiyên li herêmên wekî peravên Sûriyê û Ceremana hatin kirin, encama destwerdanên derve û provokasyonan en ku dixwazin kîn û qirkirinê belav bikin.

El Cewher bal kişand ku partiya wan li Şamê panelek bi navê "Rakirina Gotinên Nefretê û Yekkirina Nerîna Nîştimanî ya Sûriyeyê" bi beşdariya çalakvan, akademîsyen û rojnamevanan li dar xist. Her wiha destnîşan kir ku li dijî rêveberiya partiyê êrişeke sîstematîk ku tu pêwendiya wê bi rewşa nîştimanî ve nine, hatiye kirin.

El Cewher diyar kir ku sîstema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ku rêzê bide hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê, modelek erênî ye û wiha got: “Ezmûna Rêveberiya Xweser bi hêz û saziyên xwe ve weke ji bo peydakirina jiyaneke bi rumet li herêmê modeleke serkeftî ye."

El Cewher ragihand ku daxwaza sûriyeyiyan kontrolkirina çekan e û bal kişand ser wê yekê ku hin girûp çekdar ku di bin sîwana wezareta parastinê de dixebitin. Her wiha da zanîn ku hin girûp kiryarên dizî, talankirin û binpêkirinan dikin, ev jî hewldanên pêkanîna ewlehî û aramiyê asteng dikin.

ROLA GEL DI SERKEFTINA PROSEYA SIYASÎ Û PARASTINA AŞTIYA SIVÎL DE

Sekreterê giştî yê Partiya El Weten El Sûrî destnîşan kir ku serxistina proseyeke siyasî, girêdayî gavên desthilata Şamê û got: "Divê gel lêvegera esas be. Divê nûneratiya rasteqîne ya hemû pêkhateyên civaka Sûriyê di hikûmeta pêvajoya derbasbûnê û edaleta pêvajoya veguhêz de hebe."

Di dawiya axaftinên xwe de, Sabit El Cewher da zanîn ku parastina aştiya navxweyî û redkirina gotinên sorkirinê berpirsyariya tevahî sûriyeyiyan e.

(ac)

ANHA