′Bi dûrxistina Helbûsî Tirkiye lîstikvanê xwe yê herî girîng ji dest da′

Lêkolîneran diyar kir ku dûrxistina Helbûsî dê bibe sedema aloziyan di navbera sunniyan de û got, Tirkiyeyê lîstikvanê xwe yê herî girîng li Iraqê ji dest da.

′Bi dûrxistina Helbûsî Tirkiye lîstikvanê xwe yê herî girîng ji dest da′
′Bi dûrxistina Helbûsî Tirkiye lîstikvanê xwe yê herî girîng ji dest da′
′Bi dûrxistina Helbûsî Tirkiye lîstikvanê xwe yê herî girîng ji dest da′
′Bi dûrxistina Helbûsî Tirkiye lîstikvanê xwe yê herî girîng ji dest da′
17 mijdar, 2023   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Dadgeha Federal a Iraqê roja Sêşemê Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî bi tawana “sextekirina belgeyên fermî′′ ji erkê wî dûr xist.

Li gorî şîrovekarê siyasî yê rewşa Iraqê Wasiq El Cabirî, ku gelek rexne li karê Helbûsî hene û mijara nakok û lihevkirinên di navbera hêzên siyasî de mijarekî normal e. El Cabirî got, diyar e ku nakokiyên Helbûsî re bi hêzan re hebûn.

Wasiq El Cabirî destnîşan kir ku tevahî karên tune kirin, xwedî bandor û berjewendiyên siyasî ne û got: "Ev yek di hundirê pêkhateyekî  an ku Tevgera Teqedum a bi serokatiya Helbûsî de çêbû ku Leys Dilêmî endamekî wê ye."

Li gorî El Cabirî "Bawer nakim ku dûrxistina Helbûsî ji karê pirsgirêke girêdayî Çarçrovaya Hemahengiyê ya ku tevgerên Helbûsî rexne dike be. Lê mesele birayreke dadwerî ye û dûrî siyasetê ye.′′

Têkildarî destwerdanên derve wekî Tirkiye û welatên din, El Cabirî ev nirxandin kir "Xîbata serokê hikumetê ku endamekî Çarçoveya Hemahengiyê ye zelal bû. Her kes qala bidawîkirina destwerdanên derve dike ku bandorê li qada siyasî dike. Serokwezîrê Iraqê di civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî de aşkara kir ku biryara Iraqê serbixwe ye û nabe tu dewletek destwerdanê lê bike, ev mijar jî di destûrê de heye."

Lêkolînerê rewşa Iraqê da zanîn ku Helbûsî û hêzên sunnî kaxeza jinûve vegera li qanûna hesabpirsîn û edaletê bi kar dianîn da ku zextê li partiyan bikin an jî ji bo ku di rojên hilbijartinan de cemawerên wê bi kar bîne û got: "Lê ev hêz di wê baweriyê de ne ku hinek dosyayên têkildarî qanûnê bi dozên qanûnê ve girêdayî ne û tu hêz nikarin bi qanûn û biryarên ku li ser vê mijarê hatin derxistin, bilîzin."

El Cabirî li ser bandorên dûrxistina El Helbûsî jî got, dê di proseya siyasî de bibe cihê nîqaşan, dibe ku aloziyeke siyasî di hêzên sunnî de çêke.

Cabirî bi domdarî got: "Hinek bandorên din hene, nemaze bandorên li ser hilbijartinên meclisên parêzgehan ku çav li rê ye meha bê pêk werin. Bi teqez dê di encamê de hêzên Teqedum paşde biçin û dê hêzên sunnî ên hevrik di hilbijartinan de xwedî şansekî mezin bin. Bê guman ev yek dê bandorê li hevalbendî û lihevkirinên siyasî bike."

Lêkolînerê Navenda Hedef a Lêkolînan, Mueyed Elî jî got, Helbûsî ji dema ku derbasî qada siyasî bûye ve, tevahî rolên wî yên siyasî cihê pirsnîşanê ye. Her wiha diyar kir ku di serî de qanûna derxistina hêzên DYA′yê ya ku parlamentoyê erê kiribû, gelek qanûnên din betal kirin.

El Elî destnîşan kir ku hin helwestên Helbûsî li hemberî proseya siyasî ne di cih de bûn û wiha pê de çû: "Dem dem destek dida aliyên tundraw. Ji vê zêdetir têkilî û dan û standinên wî bi Tirkiye û dewletên din re hebûn. Helbûsî di xebata xwe ya siyasî de ne serketî bû. Di dema xwepêşandanan de jî bi rola gûrkirinna aloziyê radibû. Helbûsî ne li gorî asta berpirsyariyê wekî serokê parlamentoyê bû ku nûnertiya tevahî iraqiyan bike. Ev hemû nîşaneyên neyinî yên li hemberî karê Helbûsî ne. Hewldanên Helbûsî hebûn ku hegemoniya xwe li derveyî Enbarê û li parêzgehên din ên sunna berfireh bike. Her wiha xwe wekî serokê sunna li ser hesabê eşîr û rêveberên siysasî yên sunnî nîşan dide. Bi çavekî tirsê li van hewldanan dihatin nêrandin. Ji ber vê yekê girseya sunna û şîe biryara bidawîkirina endamitiya wî pejirandin. Dîsa pereyên giştî û erk ji aliyê Helbusî û malbata wî dihatin bikarnaîn. Ev yek bandor li giraniya wî ya siyasî kir."

El Elî anî ziman ku biryara Dadgeha Federal tam dadwerî ye û wiha pê de çû: "Xebata Helbûsî tu xizmet ji proseya siyasî û Iraqê re nekir, nemaze serdanên wî yên ji bo Tirkiyeyê pir bûn. Ji bilî vê yekê jî dixwest biryarên girîng ên  ku gelên Iraqê elqedar dike, di nav de birayra jihevixstina Baas′ê were betalkirin. Her wiha Helbûsî efû ya giştî dida gelek sûcdarên di girtîgehên Iraqê de û yên ku bi dozên kuştin û terorê hatine sûcdarkirin, da ku ji bo hilbijartinan û ji bo bazarên siyasî pêk bîne. Piraniya wan terorîstan jî di çaçroveya nexşerêya hilbijartinan a temsîla Helbûsî û partiya wî de ne."

Mueyed El Elî diyar kir ku bi dûrxistina Helbûsî Tirkiye lîstikvanekî xwe yê herî girîng ji dest dide û got: "Lê ev nayê wateya ku wê baskên din ên Tirkiye di proseya siyasî ya Iraqê de tunebin."

(bb)

ANHA