Rêxistina Sara: Em ê têkoşîna edalet û azadiyê bidomînin

Rêxistina Sara têkoşer Menîce Heyder a di êrişê de şehîd bûye jî bi bîr anî  û daxuyand " Em keda hevala Menîce û ya hemû şehîdan ji bîr nakin. Em ê têkoşîna edalet û azadiyê bidomînin."

Rêxistina Sara: Em ê têkoşîna edalet û azadiyê bidomînin
19 ÇILE, 2025   14:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê û komkujiyên li dijî nobedarên parastina bendavê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî nobedarên bendavê binpêkirina mafên mirovan e û paşguhkirina nirxên mirovî û exlaqî piştrast dike.

Di dewama daxuyaniyê de îşaret şehîdxistina hevseroka Meclisa PYDˈê ya bajarê Qamişlo Menîce Heyder hate kirin û ev tişt hat gotin " Armanckirina rêheval Manîca Haco ku yek ji pêşengên jin ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, bi awayekî zelal cewhera barbar a polîtîkayên Tirkiyê ku bi awayekî sîstematîk jinan dike hedef nîşan dide. Armanckirina jinên pêşeng ne kiryarekî bi serê xwe ye,  lê  beşek ji kampanyayeke sîstematîk a zext û tundiyê ye ku dewleta Tirk li dijî gelên Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşîne."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hedefkirina jinan sûcekî din e ku li rêzebinpêkirinên Tirkiye yên li hemberî mafên mirovan zêde dibe.

Di daxuyaniyan bang li civaka navneteweyî û rêxistinên parastina mafên mirovan hate kirin ku "êrişên terorî yên dewleta Tirk bi tundî şermezar bikin, sivîlan biparêzin, hesab ji berpirsên êrişan bipirsin û wan sewqî edaletê bikin, zextê li Tirkiyeyê bikin bila binpêkirinên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestîne."

Di dawiyê de îşaret bi bêdengiya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker hate kirin û hate gotin, bêdengî dihêle ku Tirkiye êrişên xwe bidomîne. Banag li tevahî azadxwazên cîhanê hat kirin ku piştgiriyê bidin gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li hemberî binpêkirinên Tirkiyeyê dengê xwe bilind bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin "Em keda hevala Menîce û ya hemû şehîdan ji bîr nakin. Em ê têkoşîna edalet û azadiyê bidomînin."

(bb) 

ANHA