Li Tirbespiyê ji bo şervanekî QSD`ê merasîma xiyabî hate lidarxistin

Şêniyên bajarê Tirbespiyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Ebdilrehman El Hilal oxir kirin. Di merasîmê de şêniyan banga yekîtî û hevgirtina pêkhateyan kir.

Li Tirbespiyê ji bo şervanekî QSD`ê merasîma xiyabî hate lidarxistin
Li Tirbespiyê ji bo şervanekî QSD`ê merasîma xiyabî hate lidarxistin
Li Tirbespiyê ji bo şervanekî QSD`ê merasîma xiyabî hate lidarxistin
Li Tirbespiyê ji bo şervanekî QSD`ê merasîma xiyabî hate lidarxistin
Li Tirbespiyê ji bo şervanekî QSD`ê merasîma xiyabî hate lidarxistin
19 ÇILE, 2025   14:37
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Tirbespiyê û gundewarên wê li gundê Kebîbe yê bajarokê Til Marûf beşdarî merasîma xiyabî ya  şervanê QSD`ê Ebdilrehman Feysel ElHilal (Heqî Sebawî) bûn.  Ebdilrehman Feysel El Hilal di 14’ê Çileyê de şerên dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê de şehîd bû.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Nûredîn Şaker axivî û bal kişand ser sûcên dagirkeriya Tirk û polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelên herêmê û dagirkirina axa Sûriyeyê.

Her wiha tekez kir ku "Pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka şoreşê ve li dijî van polîtîkayan bûne yek û gelek şehîd dane û ji bo parastina welat û gelê xwe amade ne ku fedakariyên zêdetir bikin. "

Endamê Meclisa Têkiliyên Leşkerî li Qamişloyê Mihemed Zêdan jî li ser navê QSD`ê axifî û tekez kir ku li ser soza xwe ne ji bo parastina welat û gel.

Endamê Meclîsa Rûspiyên Eşîran Hisên El Sada behsa hişmendiya dewleta Tirk a dagirker û dijberiya pêkhateyên herêmê kir û destnîşan kir ku armanca êrişên Tirkiyê şikandina vîna gelê Sûryeyê ye. Her wiha benga yekîtî û hevgirtna li kêleka hêzên leşkerî kir.

Li ser navê malbata şehîd bavê şehîd Feysel El Hilal jî axifî û soza li berdewamkirina rêya şehîdan da. El Hilal diyar kir ku pêkhateyên herêmê li ser berdewamkirina têkoşîna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi biryar in.

Piştî ku belgenameya şehîd Ebdilrehman El Hilal hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin, merasîm bi durişma “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

(k)