Artêşa Tirk a dagirker noqteyên hêzên Şamê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker noqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li Idlibê topbaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker noqteyên hêzên Şamê topbaran kirin
5 mijdar, 2023   13:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku artêşa Tirk a dagirker noqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li bajarê Seraqib (li cihê rêyên navneteweyî “M4” û “M5” digihêjin dikeve) topbaran kirine.

Hêzên Şamê jî derdora gundên Mecaz, Meart Elya, Şêx Sindiyan, El Fetîra û Filêfil yên bejahiya Idlibê û gundê Sermaniyê yê Sehl Xab ê bakur rojavayê Hemayê topbaran kirin.

Hikumeta Şamê şeva şemî-yekşemê jî derdora gundê Avis ê nêzî bajarê Seraqib, gundê Meart Elya yê li bejahiya Idlibê û gundê Kefer Teal ê li gundewarê rojavayê Helebê topbaran kirin.

Li gorî SOHR`ê, di çend saetên dawîn de piştî êrişên hewayî yên Rûsyayê li dijî herêmê, balafirên keşfê yên Rûsyayê li ser Idlibê, herêmên sînorî, herêma Nehr Ebyad yên li gundewarê rojavayê Idilbê digeriyan.

(c)