Rewşa li Ukraynayê rojeva rojnameyên erebî bû

Rojnameyên erebî vê sibê der barê danûstandinên têkildarî Xezayê, helwesta Misirê li hember êrişa muhtemel a li dijî Refehê û rewşa Ukraynayê de nivisîn.

Rewşa li Ukraynayê rojeva rojnameyên erebî bû
24 sibat, 2024   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya The Independent Arab girêdayî geşedanên li Xezayê nûçeyek bi sernavê "Nîşaneyên erênî ji aliyê Parîsê ve ji bo agirbestê" weşand. Rojnameyê diyar kir ku hewldanên cidî hene ji bo ku agirbest li Xezayê pêk were û dîlgirtiyên îsraîlî serbest bên berdan di nav de danûstandinên ku roja înê li Parîsê li dar ketine.

Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan ragihand ku danûstandinên agirbestê bi serokê cîhazê îstixbarata Îsraîlê (MOSAD) re dest pê kirin, dûre bi Qeter, Misir û DYA`yê her yek bi tenê berdewam kir û got nîşaneyên erênî hene ku dest bi danûstandinên cidî bên kirin.

SENARYOYÊN BERSIVANDINA MISIRÊ LI HEMBER ÊRIŞA MUHTEMEL A LI DIJÎ REFEHÊ ÇI NE?

Rojnameya El Ereb jî balkişand ser nakokiyên li ser sînorên Misirê û diyar kir ku helwesta Misirê ji êrişa muhtemel a Îsraîlê ya li dijî Refehê hîna ne zelal e lê belê ji tevgerên Misirê diyar dibe ku Qahîre xwe amade dike bi vê senaryoyê û encamên wê re mijul bibe çi bi rêya koordîneya pêşwext yan jî neçar bibe bi senaryoya rasteqîn re bi xwe mijul bibe.

PIŞTÎ DU SALÊN ŞER SEDEMÊN BAWERIYA RÛSYA BI SERKEFTINÊ ÇI NE?

Têkildarî rewşa li Ukraynayê rojnameya Şerq El Ewsat di nûçeya xwe de anî ziman ku Dema Rûsya beriya du salan êriş Ukraynayê kir, berxwedana mezin ji aliyê hêzên çekdar ên Ukraynayê ve bi piştgiriya rojava hebû. Bi nêrîna rojnameyê ev sedemên zêdebûna hêviyan ku artêşa Ukraynayê dikare li hember hêzên êrişker bisekine.

Rojnameyê destnîşan kir ku piştî 2 salan, xuyaye ku serkeftina Ukraynayê kêm dibe mîna ku sozên rojava ya ji bo piştgiriya Ukraynayê, kêm dibin.

Li gorî rojnameyê, niha hîna alîkariyên leşkerî yên Amerîkayê ku digihêje bi milyaran dolaran nehatiye erêkirin, ihtîmal heye di pêşerojê de nakokiyên din çêbibin, şer dirêj kir, finanseya pêwîst ji Ukraynayê re beriya hilbijartinên serokatiyê yên Amerîkayê kêm bû û li rex wê jî ihtîmal heye rêveberiyeke din bê hilbijartin ku helwesta wê li hember Ukraynayê ji ya berê cudatir be, ev tev de bandor li serkeftina Ukraynayê di şer de kêm dike.

(şx)