Li Minbicê 2 bazirganên narkotîkê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Minbicê 2 bazirganên narkotîkê girtin.

Li Minbicê 2 bazirganên narkotîkê hatin girtin
Li Minbicê 2 bazirganên narkotîkê hatin girtin
Li Minbicê 2 bazirganên narkotîkê hatin girtin
24 sibat, 2024   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê agahiyên nû têkildarî hewldanên hêzê li herêmê li ser malpera xwe ya fermî parve kirin û destnîşan kir ku hêzê li bajarê Minbicê 2 bazirganên narkotîkê girtin.

Berdewama daxuyaniya navendê wiha ye: "Piştî xebatên şopandinê û lêgerînê ku 2 kes bazirganiya narkotîkê dikin û piştî komkirina delîlan, her 2 kes roja şemî (17`ê Sibatê) girt û tiştên bi wan re desteser kirin wek:

78 hebên keptagonê.

400 heb  Proticara.

34 hebên narkotîkê.

Nomereya erebeyeke hatiye dizîn.

Carûra dabenceyekê 10.5 milî

2 amûrên tûj

Milyonek û 582 hezar lîreyên sûriyeyê.

2 telefonên berîkan.

Amûrên birina narkotîkê.

Di lêpirsînan de her duyan jî li xwe mikur hatin ku bazirganiya narkotîkê dikin û dibin. Dûre tevî made û amûrên bi wan re hatine desteserkirin, dê sewqî dadgehê bên kirin.

Em bang li welatiyan dikin ku bi me re alîkar bin ji bo ku rê li pêşiya belavbûna narkotîkê li herêmê bigirin."

(şx)