Li taxa Dumer a Şamê li dijî destdanîna li ser milkan xwepêşandan

Li taxa Dumer a Şamê bi dehan kes li dijî biryara destdanîna li ser milkan xwepêşandan li dar xist û rê girtin.

Li taxa Dumer a Şamê li dijî destdanîna li ser milkan xwepêşandan
9 cotmeh, 2026   17:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR‘ê, li taxa Dumer a Şamê îro bi beşdariya bi dehan kesî xwepêşandan li dijî destdanîna li ser milkan û erdên çandiniyê hatin lidarxistin.

SOHR‘ê diyar kir ku xwepêşandêran rêya Qasiyûn-Dumer û hin rêyên din ên çalak girtin û xwestin biryara destdanîna li ser milan were betalkirin, milk li xwendiyên wan bên vegerandin an jî tawîz werin dayîn.

Hate diyarkirin ku xwepêşandan ji ber dosyayên milkan ên ku dîroka vedigerin bi dehên salan wekî biryarnameya 20‘an a sala 1983‘an, biryarnameya 10‘an a 2018‘an, her wiha biryarnameya 66‘an a 2012‘an hatin lidarxistin.

Li gorî SORH‘ê pirsgirêka girêdayî dosyaya milkan li Dumer, Wadî Bereda û Eyn Fîcêyê û hin deverên din ên Şamê û gundewarên wê dewam dikin û daxwaza çareseriyeke adilane tên kirin.

(bb)