Rûsyayê bajarokê li Zarporizhzhia kontrol kir

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan bajarokek li herêma Zaporizhzhia bi dest xistine, êrişî nuqteyên Ukranyayê kirine, 4 bombeyên bi rêberiya lazerê û 861 dron xistine.

Rûsyayê bajarokê li Zarporizhzhia kontrol kir
5 cotmeh, 2026   17:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku hêzên wê bajarokê Samoylovka yê li herêma Zaporizhzhia kontrol kiriye, hemwextî wê li deverên Kharkiv û Donetskê pêşde çûne. 

Wezaretê di daxuyaniya xwe ya rojane de diyar kir ku hêzên Rûsyayê li 148 deveran cihên depokirina dronan û xalên bicihbûna demkî yên leşkerên Ukraynayê kirine armanc.

Wezaretê da zanîn ku pergalên berevaniya esmanî yên Rûsyayê di nava 24 saetên borî de 4 bombeyên esmanî yên bi rêberiya lazerê dixefbitin û 861 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

Wezaretê berê jî ragihandibû ku êrişî santraleke kehrebê li Kharkivê, 3 keştî li benderê Odesayê kirine amranc.

(f)