Rejîma Îranê cezayê girtîgehê li 3 jinên Behayî birî

Girtin û zextên rejîma Îranê yên li dijî jinan zêdetir bûne. Hat ragihandin ku hêzên rejîmê cezayê girtîgehê li 3 jinên ji pêkhateya Behayî birî û ew veguhestine girtîgeha Kirman.

Rejîma Îranê cezayê girtîgehê li 3 jinên Behayî birî
27 nîsan, 2026   14:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranî di derbarê girtina sê jinan ya ji aliyê rejîma Îranê ve agahiyan belav kir.

Li gor agahiyên hatine parvekirin, 3 jinên Behayî yên xelkê navçeya Refsencanî ya ser bi bajarê Kirman yên bi navên; Beşarî Mistefewî, Nahîd (Îlna) Neîmî û Dîdar Ehmedî piştî ku ji bo îfadeyê bang kirin, ew ji bo Girtîgeha Kirman hatin veguhestin. Hat diyarkirin ku her yek ji wan 4 meh cezayê girtîgehê lê hatine birîn.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku beriya niha ji aliyê Şaxa 3 ya Dadgeha Tawanan a Refsencan ve ji ber belgeyên pêwîst ew bê tawan hatibûn nîşandan. Lê piştre ji ber îtiraza dozgeriya giştî ew carek din bi cezayê girtîgehê hatin cezakirin.

Her wiha hatiye gotin ku yek ji wan jinên hatî girtin ducanî ye.