Şehîd Mazlûm Dogan û Reşîd Herekol hatin oxirkirin

Şervanên QSD'ê Mazlûm Dogna û Reşîd Herekol bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik hatin oxirkirin.

Şehîd Mazlûm Dogan û Reşîd Herekol hatin oxirkirin
Şehîd Mazlûm Dogan û Reşîd Herekol hatin oxirkirin
Şehîd Mazlûm Dogan û Reşîd Herekol hatin oxirkirin
Şehîd Mazlûm Dogan û Reşîd Herekol hatin oxirkirin
Şehîd Mazlûm Dogan û Reşîd Herekol hatin oxirkirin
Şehîd Mazlûm Dogan û Reşîd Herekol hatin oxirkirin
Şehîd Mazlûm Dogan û Reşîd Herekol hatin oxirkirin
Şehîd Mazlûm Dogan û Reşîd Herekol hatin oxirkirin
27 nîsan, 2026   14:48
QAMIŞLO

Şervanên QSD'ê Reşîd Herekol (Mihemed Emîn Acar) û Mazlûm Dogan (Murad Deniz) di navbera 18-19'ê Çileya îsal de li Dêrazorê şehîd bûbûn, îro bi merasîmeke biheybet li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik hatin oxikirin.

Bi sedan şêniyên bajarên Dêrik û Girkê Legê cenazeyên her du şehîdan ji Nexweşxaneya Şehîd Hogir wergirtin û bi karwanekî erebeyan ber bi Pakrewangeha Şehîd Xebat ve bi rê ket. Karwanê cenaze dema gihaşt pakrewangehê ji aliyê sedan kesî ve bi dirûşmên "Şehîd namirin" hat pêşwazîkirin.

Li pakrewangehê merasîmek ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ve hat lidarxistin. Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Sûad Mistefa axivî û diyar kir ku şehîdan mirovahî, nirxên civakê, erd û rûmeta gelan û bêyî teredut gelê Rojava ji planên dijmin parastin.

Sûad Mistefa di dewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya yekitiya Kurdan vegot û got, ji bo hêviyên şehîdan pêk were û ji bo destkeftiyên wan werin parastin divê kongreyeke neteweyî ya kurdî were avakirin.

Di merasîmê de endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mele Yûsif Beşîr jî anî ziman ku destketiyên hatine bidestxistin berhema keda şehîdan e. Her wiha da zanîn ku gelê Kurd ji bo azadî û aramiyê berdêlên mezin dan.

Ji fermandarên QSD'ê Milîtan Efrîn jî behsa rola şehîdan kir û ev tişt anî ser ziman: "Em deyndarên xwîna şehîdan e. Divê em şopdarên rêya wan bin. Şehîdn me cihê şanaziyê ne, xwedîderketina li wan erka me hemûyan e.”

Piştî axaftinan wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û cenazeyên wan di dirûşman spartin axê.

(bb)

ANHA