Li Almanyayê welatiyekî sûriyeyî ji ber kuştina 70 girtiyan tê darizandin

Dadgeha Almanyayê, ji ber kuştin û îşkencekirina 70 girtiyan li Şamê di navbera salên 2011 û 2012`an de, dest bi darizandina welatiyekî Sûriyeyê kir.

Li Almanyayê welatiyekî sûriyeyî ji ber kuştina 70 girtiyan tê darizandin
27 nîsan, 2026   13:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Almanyayê îro ji ber kuştin û îşkencekirina 70 girtiyan li Şamê, dest bi darizandina welatiyekî Sûriyeyê yê 48 salî kir.

Dadgeha Herêmî ya Bilind a Koblenzê diyar kir ku bersûc bi tawana kuştina 70 girtiyan tê tawanbarkirin.

Li gorî dozgerê giştî yê Almanyayê, bersûc di navbera salên 2011 û 2012`an de li girtîgeheke îstîxbarata Sûriyeyê ya li Şamê wekî gardiyan xebitiye ku tê gumankirin ku wî bi bikaranîna elektrîkê îşkence li girtiyan kiriye.

Di dozê de tê gotin ku herî kêm 70 girtî ji ber van îşkence û şert û mercên girtinê mirine.

Bersûc ji Gulana 2025`an de di girtîgehê de ye.

(k)