Rejîma Îranê 6 xwepêşander darvekirin

Li gorî daxuyaniya pêngava “Sêşemên Na ji darvekirinan re”, di nava hefteyekê de şeş girtiyên siyasî û xwepêşander ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin.

Rejîma Îranê 6 xwepêşander darvekirin
5 gulan, 2026   14:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêngava “Sêşemên Na ji darvekirinan re” di hefteya xwe ya 119’an de, li dijî cezayê darvekirinê yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di nava hefteyekê de ji aliyê desthilatdarên Îranê ve şeş girtiyên siyasî hatine darvekirin ku 2 ji wan Kurd bûn.

Hat destnîşankirin ku metirsiya darvekirinê li ser gelek girtiyên siyasî û kesên ku di xwepêşandanên dawî yên gelên Îranê de hatine girtin heye.

Hate gotin ku bi taybet metirsiya darvekirinê li ser Îrfan Emîrî, Metîn Mihemedî, Îhsan Husênî-pûr Hesarlû, Meryem Hodavendmîrî, Mihemed Ebasî, Seîd Zarî Kurdşûlî, Hemîdrîza Fethî, Sabit Ray û Mihemedriza Teberî ku herî dawî cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, heye.

Her wiha hat diyarkirin ku daxwaza ji nû ve darizandina girtiyê siyasî yê li girtîgeha Lakanî ya Reştê, Peyman Fereh Aware hatiye redkirin û jiyana wî di metirsiyeke mezin de ye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hefteya borî serokê saziya dadwerî û Supaya Pasdaran a Îranê gefa cezayê darvekirinê li ciwan, girtiyên siyasî, girtiyên xwepêşandanê û dijberên hikûmetê kirine.

Pêngava “Sêşemên Na ji darvekirinan re” ragihand ku siyaseta çewisandin û darvekirinan nikare rê li ber serhildana gel bigire. Hat diyarkirin ku greva birçîbûnê ya îro ku li girtîgehên Evîn, Qizilhesar, Kerec, Ehwaz, Şîraz, Zahîdan, Urmiye, Sine, Seqiz û gelek bajarên din tê lidarxistin, nîşana zindîbûna vê berxwedanê ya li dijî cezayê darvekirinê ye.

Hêjayî gotinê ye ku pêngava “Sêşemên Na ji darvekirinana re” di 9’ê Çileya 2023’yan de wekî nerazîbûnek li dijî dfarvekirina girtiyên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatiye desetpê kirin. Endamên pêngavê her roja sêşemê dest bi greva birçîbûnê dikin.