Meclisa Ol û Baweriyan panelek li dar xist

Di panelekê de ku ji aliyê Meclisa Ol û Baweriyan ve hate lidarxistin, rêbazên pêşxistina aştiya navxweyî û rola jinan di civakê de hat nîqaşkirin.

5 gulan, 2026   14:51
HESEKÊ

Meclisa Ol û Baweriyan a bajarê Hesekê panelek bi sernavê "Ber bi aştiyeke navxweyî ya mayînde ve” li dar xist. Panel li Navenda Hîlala Zêrîn a bajarê Hesekê bi amadebûna oldarên ji ol û baweriyên cuda, rûspiyên Kurd û Ereb, nûnerên saziyên civakî û tevgerên jinan pêk hat.

Di panelê de keşe Îsa Şemûn ku behsa prensîbên dilovanî û hezkirinê yên baweriya xiristiyaniyê û girîngiya jiyana hevbeş kir.

Nûnera civaka Êzidî Leyla Mehmo jî dîroka civaka Êzidî, mercên ku tê re derbas bûne vegotin û anî ziman ku aştiya navxweyî bingeha avakirina her welatekî ye.

Ji rêveberên Nivîsgeha Jinan a Meclisa Ol û Baweriyan Welîda Botî jî bal kişand ser rola jinan û girîngiya beşdariya jinan di rêveberî û avakirina Sûriyeya siberojê de.

Beşdaran jî der barê mijarên panelê de nêrînên xwe anîn ser ziman. Di axaftinan de girîngiya naskirina hemû ol û mezheban, xurtkirina jiyana hevbeş û piştevaniya jinan wek bingeheke sereke di xurtkirina aştiya navxweyî de hatin destnîşankirin.

(bb)

ANHA