Rejîma Îranê 6 Kurd destgîr kirin

Li Urmiyeyê 6 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên îstîxbarata dewleta Îranê ve hatin destgîrkirin.

Rejîma Îranê 6 Kurd destgîr kirin
24 sibat, 2025   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Zextên rejîma Îranê yên li ser Kurdan bê navber dewam dikin. Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê duh 6 welatiyên Kurd li gundên Îbrahîmawa, Qelaî Holako, Gamêşgul ên bajarokê Miyandew ê ser bi Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê ve, ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê ve hatine destgîrkirin.

Çavkaniyan ji Rojnewsê re ragihand ku hêzên Îranê êrişî wan gundan kiriye û bêyî fermana dadgeriyê, di dema destgîrkirinê de tundî kirine.

Navê kesên hatine destgîrkirin wiha ne: Xaliq Rehîmî, Sidîq Ebas Nejad, Behzad Bereste, Keywan Berceste, Şehab Tewan û Nîma Qurbanzade.