Rejîma Îranê 2 sal ceza da mamosteyekê

Dadgeheke rejîma Îranê 2 sal cezayê girtîgehê yê taloqkirî û cezayê pereyan da Mamoste Marziye Moradavisi.

Rejîma Îranê 2 sal ceza da mamosteyekê
5 cotmeh, 2026   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Jinan (NUJINHA) Marziye Moradavisi, mamosteyeke ji kar hatî avêtin û girtiyeke siyasî ya berê ku li Sine dijî, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Bajarê Sinê ya li Rojhilatê Kurdistanê ve hat cezakirin.

Dadgehê 2 sal cezayê girtîgehê yê taloqkirî û 4 milyon tûmen cezayê pereyan li Marziye birî.

Li gorî raporên hatine weşandin, biryar di 30’ê Îlonê (2026) de ji aliyê yek ji şaxên Dadgeha Şoreşê ya Sineyê ve hatiye dayîn û di heman rojê de ji Marziye Moradavisi re hatiye şandin.

Marziye Muradveysî beriya niha jî ji ber çalakiyên sivîl û dadxwaziyê, rastî desteserkirin û biryarên darazê hatibû. Ew di sala 2021’an de hat desteserkirin û di sala 2022’yan de pêşî bi 2 sal cezayê girtinê yê cîbicîkirinê hat cezakirin ku ev biryar di dadgeha îstînafê de daket 5 meh cezayê girtinê yê cîbicîkirinê û 4 sal cezayê girtinê yê taloqkirî.

ANHA