Çekdaran bombe avêtin malekê

Li taxa Sebîl a Humsê çekdarên nenas bombe avêtin malekê. Di encamê de zirarên madî çêbûn.

Çekdaran bombe avêtin malekê
1 hezîran, 2026   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih ji bajarê Humsê dane, duh êvarî li taxa Sebîl a bajêr çekdarên nenas bombeyek avêt ser banê xaniyekî û teqîn çêbû.

Çavkaniyan da zanîn ku di encama teqînê de tenê zirarên madî li avahiyê û milkên derdorê bûn.

(bb)