Raghandina Filistîn: Li Xezayê hêzên Îsraîl 3 Filistînî kuştin 

Hêzên Îsraîlê şêniyên Xezayê gulebaran kir û rojhilatê bajarê Xezayê û bakur û rojhilatê kampa El Beryec bombe baran kir.

Raghandina Filistîn: Li Xezayê hêzên Îsraîl 3 Filistînî kuştin 
22 tebax, 2026   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên raghandina Filistînê raghand ku hêzên Îsraîl îro (şemiyê) Xezayê bombebaran kir û sivîl gulebaran kir.

Her wiha çavkaniyan got hêzên Îsraîl herêma rojhilatê Xezayê û bakur û rojhilatê kampa El Beryec bombearan kir.

Li gorî ajansa nûçeyan a Filistîn (Wefa) li başûrê Xezayê jî ciwanê bi navê Îbrahîm Mihemed Kewarei (29 salî) li herêma Qîzan El Necar a dikeve başûrê bajarê Xan Yûnis li ser destê hêzên Îsraîl birîndar dibe û piştre wefat dike.

Heyva Sor a Filistîn got dema cenazeyê Îbrahîm Mihemed Kewarei anîn Komeleya Nasir a tenduristiyê ya li Xan Yûnis dest û lingên wî girêdayî bûn.

Li bajarokê Seîr rojhilatê El Xelîl a rojavayê Xezayê jî li ser destê niştîcehekî Îsraîlî zarokekî ku temenê wî 17 salî ye hatiye kuştin li bajarê Cinîn hêzên Îsraîl zilamekî (58 salî) bi guleyan kuştine.

(np)

ANHA