Mehbûbe Şabanî li girtîgeha Wakîlabadê di greva birçîbûnê de ye

Mehbûbe Şabanî, yek ji girtiyên xwepêşandanên meha Çileyê li Îranê, ji bo protestokirina şert û mercên xirab ên beşa karantînayê ya girtîgeha Wakîlabadê ya Meşhedê û nezelaliya derbarê doza xwe de, dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Mehbûbe Şabanî li girtîgeha Wakîlabadê di greva birçîbûnê de ye
22 tebax, 2026   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeyên hatine weşandin, yek ji girtiyên siyasî yên  xwepêşandanên meha Çileya 2026’an Mehbûba Şabanî, dest bi greva birçîbûnê kiriye. Hat ragihandin ku Mehbûba ji bo protestokirina şert û mercên xirab ên li girtîgehan, beşa karantîna ya girtîgeha Wakilabadê ya Meşhedê û nezelaliya derbarê doza wê de, biryara çalakiyê daye.

Li gorî raporê, di 4’ê Tîrmehê de Mehbûbe Şabanî wek ceza xistine karantînayê û di dema veguhestinê de rastî tundiyê hatiye. Her wiha, şert û mercên xirab ên karantînê bûne sedem ku girtiya siyasî bi nexweşiya çerm bikeve.

Mehbûbe Şabanî di 3’yê Sibata 2026’an de li Meşhedê hate girtin. Piştî girtina wê, demek dirêj di hucreya yekkesî de hiştin û paşê şandin beşa jinan a Girtîgeha Wakîlabadê.

Li gorî îdianameyê, Mehbûba Şabanî ji ber ew kesên ku di xwepêşandanên 8, 9 û 10’ê Çileyê  de birîndar bûne bi motorsîkleta xwe biriye navendên tenduristiyê, tê sûcdarkirin. Her wiha, di îdianameya destpêkê de sûcê ‘moharebeh’ (gendeliyê) li Mehbûba Şabanî hatibû barkirin, lê ev sûc çend hefte berê ji îdianameya dawî hate derxistin.