QSD’ê bersiva êrişê da, bê dengî serwer bûye

Şervanên QSD’ê bersiva êrişa komeke çekdar a li dijî nuqteyê wê ya li kantona Dêrazorê da. Li herêmê bêdengî serwer e.

QSD’ê bersiva êrişê da, bê dengî serwer bûye
26 cotmeh, 2025   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku komeke çekdar nehat zanîn kî ne, duh êvarî êrişî nuqteya hêzên wan ya li bajarokê Hemam ê rojhilatê kantona Dêrazorê kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êriş ji aliyê rojava yê çemê Firatê bi guleyên RPG’ê hat kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şervanên QSD’ê bersiva jêdera êrişê da û xebatên lêgerînê li êrişkaran û tesbîtkirina nasnameya wan didominin.

Çavkaniyên leşkerî diyar kir ku QSD’ê ji bo parastina şêniyan û rêgirtina li ber binpêkirinên nû, tevegera ewlehî û leşkerî li gelemperiya gundewarê rojhilatê Dêrazorê zêde kirine û nuqteyên din danîne.

 QSD’ê diyar kir ku bêdengî serwer e û ragihand ku ew ji bo parastina şêniyan her tim di amadebaşiyê de ne.

(bb)