Li Siwêdayê pêşangeha "Seda El Kîtab" hat vekirin

Gerînendetiya Perwerdê û Saziya Zerqa El Yemame li parêzgeha Siwêdayê pêşangeha "Seda El Kîtab" anku "Dengvedana Pirtûkê" vekir. Armanc ji pêşangehê xurtkirina çanda xwendinê li gel civakê bi taybet zarokan e.

Li Siwêdayê pêşangeha "Seda El Kîtab" hat vekirin
Li Siwêdayê pêşangeha "Seda El Kîtab" hat vekirin
Li Siwêdayê pêşangeha "Seda El Kîtab" hat vekirin
Li Siwêdayê pêşangeha "Seda El Kîtab" hat vekirin
Li Siwêdayê pêşangeha "Seda El Kîtab" hat vekirin
22 nîsan, 2026   22:41
SIWÊDA

Bi boneya Rojava Pirtûkan a Cîhanê Gerînendetiya Perwerdê-Fêrkirinê û Şaxê Pirtûkxaneyên Siwêdayê bi hevkariya Saziya Zerqa El Yemame pêşangeha pirtûkan bi navê "Seda El Kîtab" vekir.

Îro, 22ˊyê Nîsanê, saet 11.00ˊan li şaxê Saziya Zerqa El Yemame-beşa Pêşangeha Pirtûkan a li kolana El Mihwerî ya li hember komelgeha Mezra pêşangeh hat vekirin.

Di pêşangehê de beşên curbicur weke beşa taybet bi zimanê ingilîzî, beşa zarokan û komek ji romanên cîhanî hebûn.

Girêdayî mijarê, gerînendeyê giştî yê Saziya Zerqa El Yemame Wesîm Ebû Fexir got: "Ev bûyer diyar dike ku pirtûk bingeha rewşenbîrî û zanistî ava dike û dostekî îxanetê li xwînerê xwe nake. Divê çanda xwendinê were belavkirin bi taybet li gel zarokan. Ji ber roleke xwendinê ya girîng di pêşxistina afirandinê û vekirina asoyên siberoja wan de heye."

Li aliyekî din jî nûnerê Sendîkaya Mamosteyan Hîşam Ebû Rayid pesna rola saziyê da û spasiya beşdarbûn û pêşengtiya wê di belavkirina rewşenbîrî û fêrbûnê bi dirêjahiya zêdetirî 10 salan de kir.

Di vekirina pêşangehê de hejmarek ji rewşenbîran axivî û got divê tevgera rewşenbîrî li parêzgehê dewam bike. Ji ber ku xwendin di avakirina nifşekî xwenda û rewşenbîrî de ji bo rûbirûbûna astengiyan de xwedî roleke girîng e.

Beşdarbûna hejmarek eleqedarên rewşenbîriyê dîmeneke îsrara civakî ya kirina rewşenbîrtiyê weke pencereya hêvî û stûna ji bo avakirina nifşekî avaker nîşan da.

(fr)

ANHA