PYDKS’ê ji ber wefata dayika Hedla Karayilan peyama sersaxiyê da

Partiya Yekitî ya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (P.Y. D. K.S) ji ber wefata dayika Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan Hedla Karayilan peyama sersaxiyê da.

PYDKS’ê ji ber wefata dayika Hedla Karayilan peyama sersaxiyê da
9 ÇILE, 2024   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN

 Partiya Yekitî ya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê ji ber wefata dayika Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan Hedla Karayilan

Di peyama Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê de wiha tê gotin:

"Bi boneya koçkirina dayika we ya giranbuha û qedirbilind, serê we sax be, bila hûn û dayikên pakrewanan û têkoşeran xweş be.

Hêjaye gotinê ye ku êş û cefakêşiya dayikan bêhempa ye, nexasim dayikên şehîd û berxwedêrên li ser rêya azadiyê.

Careke din, bila hûn û hemî xizim û mirov, heval û dilxwazên we xweş bin."

(bb)