Pûtîn û Pizîşkiyan civiyan

Koşka Serokatiyê ya Rûsyayê ragihand ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan civiyane.

Pûtîn û Pizîşkiyan civiyan
11 cotmeh, 2024   14:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Koşka Serokatiyê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand îro serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo ku tev li Konferansa Navneteweyî bibe, serdana Tirkmenistanê kiriye.

Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku Pûtîn û serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan civiyane.

Li gorî daxuyaniyê Pizîşkiyan û Pûtîn di civîna xwe de behsa rewşa Rojhilata Navîn kiriye.