2096 kes ji Lubnanê hatine Şêxmeqsûdê
Heya niha zêdetirî 2 hezar kes ji ber şerê li Lubnanê hatine taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên Helebê.

Maseya krîzê ya ku ji aliyê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ve ji bo mexdûrên şer ên Lubnanê hatiye avakirin, ragihand ku heya îro 2 hezar û 96 kes ji Lubnanê hatine her du taxan.
Maseyê da zanîn ku piraniya kesên hatine sûriyeyî ne.
Maseya krîzê ji kesên ku ji xelkê taxê ne, cih peyda dike û yên din li kampên Efrîn-Şehbayê bi cih dike.
(bb)
ANHA