Li Bexdayê li dijî hewldanên ji bo guherandina Qanûna Rewşa Kesî meş

Li Bexdayê li dijî hewldanên ji bo guherandina Qanûna Rewşa Kesî meşek hate lidarxistin. Meşvanan got guherandina qanûnê li ser mafê jinan metirsiyê çêdike.

Li Bexdayê li dijî hewldanên ji bo guherandina Qanûna Rewşa Kesî meş
11 cotmeh, 2024   14:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Nerazîbûnên dijî hewldanên ji bo guherandina Qanûna Rewşa Kesî ya li parlamentoya Iraqê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de li Kolana Mutenebî ya li Bexdayê, li dijî hewldanên guherandina qanûnê meşeke girseyî hate lidarxistin.

Meşvanan pêşniyara qanûnê şermezar û red kir. Di meşê de hate gotin ku ger ev qanûn were guherandin, wê metirsî li ser mafê jinan çêbe û di nava civakê de bibe sedema aloziyê. Meşvanan bang li parlamentoya Iraqê kir ku qanûnê nepejirîne.

Di 4’ê Tebaxê (2024) de li Parlamentoya Iraqê rûniştina yekemîn û di 12’ê Îlonê de jî rûniştina duyemîn ji bo guherandina Qanûna Rewşa Kesî ya hejmar 188 a sala 1959’ê hate kirin. Li gorî dîtinên pisporan eger ev qanûn biguhere dê mezhebperestî kûrtir bibe, mafên jin û zarokan zêdetir werin binpêkirin. Her wisa dê di dema cudabûna hevseran de mafê dayiktiyê û mîrasê jî ji jinan were standin. Her wiha rê ji zewaca zarokên keçîn a 9 salî û zarokên kurîn ên 15 salî, zewaca ji derveyî dadgehê re bê dayîn.