Plana Biden û bersivdayîna Îran rojeva rojnameyên erebî bû

Rojnameyên erebî di weşanên xwe de cih dan hilbijartinên parlamento yên Ewropayê, şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de û hişyara NY`yê ya têkildarî aloziya di navbera Îsraîl û Hizbullah de li ser sînor.

Plana Biden û bersivdayîna Îran rojeva rojnameyên erebî bû
7 hezîran, 2024   13:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Xelîc têkildarî hilbijartinên parlamento yên Ewropayê nûçeyek bi sernavê "Ewropa çarenûsa xwe diyar dike" weşand.

Rojnameyê balkişand ser aloziya aborî ya tengav li Ewropayê ku di encamê de rêjeya enflasyonê û buhayên madeyên xwarinê zêde bûye, şiyana kirînê ya ewropiyan kêm bûye, encamên şerê Ukraynay li ser rewşên aborî, civakî, siyasî li piraniya dewletên Ewropayê, piştgiriya ji şerê Ukraynayê re li ser hesabê xebatên civakî tê dayîn û diyar kir ku li gel van bûyeran, hilbijartinên parlamento yên Ewropayê li dar dikevin.

Rojnameyê destnîşan kir ku li gor pêşbînan, partiyên rastgir û tundraw wê nikaribin piraniya dengan bi dest bixin, lê dibe zêdetirî 80 kursiyan bi dest bixin ku berê 59 bûn. Li gorî rojnameyê ev encamp dê bandor li siyaseta parlamenotyê, piraniya biryarên wê yên der barê siyasetên aborî, civakî û siyasî bike bi taybet têkildarî koçberiyê û budceyê û helwesta ji şerê Ukraynayê, têkiliyên transatlantîk û rewşa Rojhilata Navîn.

BÊALIYA NEYÎNÎ YA EREB Û MUSLIMANAN

Rojnameya Îlaf a Sûdanê cih da gotara nivîskar Elî Ew Emo ku behsa helwesta dewletên ereb ji doza Filistînê dike. Li gorî rojnameyê Emo di gotara xwe de wiha nivisiye: "Diviyabû, ereb û musliman, li hember qirkirina gelê Filistînê li Xezayê, kuştina zarokan, jinan û kesên temenmezin û wêrankirina binesaziya Xezayê û hêmanên jiyanê, bêdeng nemînin."

Rojnameyê diyar kir ku nivîskar helwesta hikumetên erebî û musilman ên ku dane pey siyasetên Amerîkayê rexne kir û got divê ew hkumet wisa nekin ji ber ku armanca wan siyasetan, qirkirina gelê Filistînê ye û koçberkirina yên mayî ye û divê hikumetên ereb û musliman tedbîr bigirin ji bo ku vê qirkirinê rawestînin, bi rêya kişandina balyozên xwe fişarê li Amerîka û rojava bikin, û hinartina petrolê jê re rawestînin. Bi nêrîna Emo rawestandina hinartina petrolê kaxiza fişarê ya herî besît di destê hikumetên ereb de ye.

Bi nêrîna Emo li gorî rojnameyê bi bîr xistiye, navbeynkarî û danûstandina ku hikumetên ereb û musliman ji bo pevguhertina dîlgirtiyan di navbera Hemas û Îsraîlê de kirine, dema alozî di navbera dewletan de hebe, gerek in. Lê belê ne di navbera berxwedanê û dewleteke dagirker de be. Emo di gotara xwe de diyar kiriye ku dewletên navbeynkar, xwe wek dewletên bêalî ku têkiliya wan bi doza Filistînê re tune ye, dibînin lê belê doza Filistînê tevahî dewletên ereb û musliman eleqedar dike, her kes dizane Îsraîl dixwaze doza Filistînê bi vê rêbazê tune bike yanî bi rêbaza kuştin û koçbekirinê.

PLANA BIDEN Û BERSIVDAYÎNNA ÎRAN

Rojnameya Şerq El Ewsat jî cih da helwesta îraniyan li hember daxuyaniya Biden ku derfet heye li gorî planeke Amerîka-Îsraîlê şer rawest e. li gorî rojnameyê Ewropa û dewletên ereb piştgiriya planê dikin, Çîn yan jî Rûsya li dijî wê derneketiye. Tenê îranî jê bi hêrs in ji ber ku Amerîka pêşengiya îsniyatîfê dike û derfet heye Hemas a ku hîna plane dinirxîne, wê qebûl bike.

Rojnameyê ku gotarê nivîskar Ridwan El Seyd weşandiye, diyar kir ku di her du rewşan de îranî, ji dest dane yan jî hindek maye ji dest bidin, madem Amerîka hewl dide destpêkê ew însiyatîf bike û sozên hin mijaran dide ku Îran nikare wan sozan bide di nav de agirbest, piştevaniya Xezayê û jinûve avakirina wê û cuhdakirina her du dewletan.

NY HIŞYARÎ DA KU FIREHBÛNA ŞERÊ LI SER SÎNORÊN LUBNANÊ DÊ ENCAMÊN WÊRANKER BI XWE RE BÎNE

Rojnameya El Nehar a LUbnanê îşaret bi bangewaziya sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ku şerê li ser sînorên Lubnanê yê di navbera Îsraîl û HIzbullahê raweste û metirsiyên xwe rave kir ku şerekî berfirehtir rû bide ku encamên wêranker bi xwe re bîne.

(şx)