Li Efrînê 2 kes hatin revandin

Du Paneberên Suriyeyî ku ji Tirkiyeyê hatibû derxistinkirin li Efrînê, ji aliyê çeteyan ve hat revandin.

Li Efrînê 2 kes hatin revandin
7 hezîran, 2024   13:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji bajarê Efrînê ragihandine, çeteyên artêşa Tirk ya girê dayê "artêşa watanî ya Sûriyeyê" şêniyê bi navê Delîl Hisên Hecî (34) yê ji gundê Baflûr ê bajarê Cindirêsê û Cemal Heyan (35) ê ji bajarê Himsê li benda kontrolê ya gundê Qestêl Cindo a bajarê Şerayê revandin.

Heman çavkaniyan dan zanîn ku du kesên ku bi rêya Bab El Selame yê li Ezazê hatine ji Tirkiyeyê hatinê dersînorkirin dixwestin biçin Efrînê hatine revandin.

(şx)