‘Bila xwendin li dibistanan bi zimanê kurdî be’

Xwendekarên jin ên Til Temirê got li dibistanan ziman tê parastin û ew dixwazin bi zimanê xwe bixwînin.

‘Bila xwendin li dibistanan bi zimanê kurdî be’
‘Bila xwendin li dibistanan bi zimanê kurdî be’
‘Bila xwendin li dibistanan bi zimanê kurdî be’
12 îlon, 2026   04:05
HESEKÊ
EBDUL El XENÎ EL HAMAN

Li Til Temirê xwendekarên jin ên Dibistana Amadeyî ya Ednan El Malikî got ew biryara Wezareta Perwerdeyê qebûl nakin û ew daxwaz dikin hemû wane bi zimanê kurdî bin.

Rozerîn Enter Şêxo got: "Xwendekar vê biryarê qebûl nakin û bi zimanê kurdî ve girêdayî ne. Em zimanê erebî red nakin lê mafê me ye ku em bi zimanê xwe bixwînin. Ev bûye 10 sal ez bi zimanê kurdî dixwînim û sînordarkirina zimanê kurdî bi 3 saetan têra me nake."

Şêrîn Elo jî anî ziman ku ew û hemû hevalên wê, vê biryarê qebûl nakin û wiha pê de çû: "Heyanî em bigihêjin daxwaza xwe ya fêrbûyîna bi zimanê kurdî em ê tê bikoşin."

Amna El Ehmed diyar kir ku zimanê kurdî çand û nasnameya wan e û got: "Li dibistanê ziman tê parastin û vediguhêzin nifşên dîtir. Ji ber vê yekê bila xwendin li dibistanan bi zimanê kurdî be."

(np)

ANHA