Ji bo şehîd Sîpan meşên girseyî: Divê hesab bê pirsîn

Li parêzgeha Hesekê gel li dijî qetilkirina şervanê Tûgaya Hesekê Sîpan (Samî Şêxmûs Hiso) li qadan e.

Ji bo şehîd Sîpan meşên girseyî: Divê hesab bê pirsîn
11 îlon, 2026   17:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Şervanê Tûgaya Hesekê Sîpan (Samî Şêxmûs Hiso) duh ji aliyê komeke çekdar ve hat revandin û sewqî gundê Edlana yê Serêkaniyê hat kirin. Li wir wî bi awayekî hovane şehîd xist.

Ji kêliya bihîstina vê agahiyê ve gel li qdan xwepêşandanan li dar dixe.

Di van kêliyan de jî li gelek bajar û bajarokên parêzgeha Hesekê ev sûc bi xwepêşandanên girseyê tê şermezarkirin. Di xwepêşandanan de banga aşakerakirina qatilan û hesabpirsînê tên kirin.

(bb)

ANHA