Pizeşkiyan: Bidawîanîna şer û parastina yekitiya Îranê pêşîniyên hikumetê ne

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizeşkiyan diyar kir ku bidawîanîna şer û parastina yekitiya Îranê pêşîniyên sereke yên hikumetê ne û destnîşan kir ku dijminên welat ji hêla leşkerî ve aciz in.

Pizeşkiyan: Bidawîanîna şer û parastina yekitiya Îranê pêşîniyên hikumetê ne
25 tebax, 2026   19:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizeşkiyan got bidawîanîna şer û parastina yekitiya welêt di nav pêşîniyên sereke yên hikumetê de ne û ev yek nîşan dide ku Tehran li gorî berjewendîyên xwe yên neteweyî bi pêşketinan re mijûl dibe.

Pizeşkiyan diyar kir ku îmzekirina memoranduma têgihîştinê ne encama "tirs an teslîmbûnê" bû, lê belê li ser "mantiq û hişmendiyê" bû.

Di dewama gotinên xwe de Pizeşkiyan anî ziman ku "dijminan fêm kiriye ku ew nikarin Îranê bi leşkerî bixin bin destê xwe, ji ber vê yekê wan li ser tevlihevkirina pirsgirêkên civakî û nerazîbûna aborî sekinîne.”

Daxuyaniyên Pizeşkiyan di demekê de tên ku hewlên dîplomatîk ji bo kontrolkirina aloziyê û vekirina Tengava Hurmuzê têne kirin, di heman demê de ku Serfermandarê Artêşa Pakistanê Asim Munîr bi Îranî re li ser kêmkirina aloziyê û gihîştina çareseriyan dan û standin kir.

(f)