Di dosyeya vegera koçberan de rewşa dawîn çi ye?

7 meh di ser peymana 29’ê Çileyê derbas bûn. Di van 7 mehan de li heremê dosyeya vegera koçberan wek rojeveke sereke derdikeve pêş. Koçberên ji Efrînê vegeriyan warê xwe, lê koçberên ji Serêkaniyê, Girê Spî, Şehba û Reqayê li benda vegerê ne.

Di dosyeya vegera koçberan de rewşa dawîn çi ye?
26 tebax, 2026   03:00
NAVENDA NÛÇEYAN
DOGAN CÎHAN

29’ê Çileya îsal (2026) Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şara peymanek îmze kiribûn. 7 meh di ser peymanê re  derbas bûn.

Yek ji xalên sereke yên peymanê; vegera ewle ya koçberan li cih û warê xwe ye. Ev xala peymanê wek dosyeya koçberan tê binavkirin. Vegera ewle û bi dilxwazî ya koçberan li cih û warên xwe, hîn jî di nav dosyayên ku li benda temamkirinê de ye.

Di çarçoveya peymanê de, di navbera koma yekem a ku di 4’ê Adarê de ji herêma Cizîrê ber bi Efrîn ve hate şandin û koma yekem a ku di 10’ê Tebaxê de ji bo Serêkaniyê hate şandin de çi gav hatin avêtin? Li kîjan herêman veger dest pê kiriye û kîjan herêm hîn jî li bendê ne? Bi giştî di dosyeya koçberan de rewş  çi ye?

DI PEYMANÊ DE XALA VEGERA KOÇBERAN

Li gorî xala têkildarî koçberan a peymana 29‘ê Çileyê; kesên ji Efrîn, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Heleb, Serêkaniyê, Girê Spî, Şehba û Reqayê koçber bûne dê bikaribin vegerin bajar û gundên xwe.

BI HEZARAN MALBAT VEGERIYAN EFRÎNÊ Û DOSYE HAT GIRTIN

Vegera koçberên Efrîn di 4’ê Adara 2026 dest pê kir û meha Hezîranê de qediya. Li gorî daneyên Rêveberiya Xweser, bi qasî 11 hezar malbat bi 9 karwanan ji herêma Cizîrê vegeriyan Efrîn.

Rêveberê Komîteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Bajarê Efrînê Îmad Nehme ku ji hêla hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve hatiye tayînkirin ragihand ku di encama xebatên qeydkirinê yên li bajarê Efrînê û navçeyên wê de bi tevahî 17 hezar malbat ji herêmên Heleb û Cizîrê vegeriyane.

1350 MALBATÊN JI ŞEHBAYÊ LI BENDA VEGERÊ NE

Di sala 2024‘an de derdora hezar û 350 malbatên ji Şehbayê koçberî herêma Cizîrê bûn û hîn jî li benda vegere ne.

Heta niha mekanîzmayeke nehatiye avakirin ku pirsgirêkên ewlehî û îdarî yên ji bo vegera koçberên ji  Şehba çareser bike ji ber vê hata niha li herêma Cizîrê dimînin.

ZÊDETIRÎ 2 HEZAR MALBAT LI BENDE NE KU VEGERIN REQAYÊ

16‘ê Çileya îsal di encama êrişên komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên li ser Reqayê de, zêdetirî 2 hezar malbat neçar man koçberî bajarê Kobanê û herêma Cizîrê bibin.

Parêzgarê Hesekê, Nûredîn Ehmed û parêzgarê Reqayê Ebdurehman Selama di 7’ê Hezîranê de ji bo vegera malbatên koçber civiyan. Piştî civînê, ji bo hêsankirina vegerê komîteyek hate avakirin. Lê heta niha vegera koçberan çênebûye.

DOSYAYA VEGERÊ GIRÊ SPÎ HÎN NEHATIYE AMADEKIRIN

Heta niha lêkolînek berfireh li ser vegera koçberê  Girê Spî tune. Tê zanîn ku bi sedan malbatên ji Girê Spî li bajarê Kobanê li benda vegera xwe ne.

KARWANA YEKEM A SERÊKANIYÊ DERKET LÊ VEGERANDİN

Piştî temamkirina dosyeya Efrînê, vegera ewle ya koçberên ji Serêkaniyê dest pê kir. Komîteya Koçberên Serêkaniyê lez da xebatên xwe û dest bi qeydkirina malbatên ku dixwazin vegerin kir. Lîsteyên amadekirî ji hikumeta veguhêz û Parêzgeha Hesekê re hatin şandin.

Li gorî daneyên Komîteya Koçberên Serêkaniyê, 14 hezar malbatên ji Serêkaniyê anku bi qasî 80 hezar kes ji bo vegerê serlêdan kirin.

Di 10’ê Tebaxê (2026) karwana yekem a ku ji 410 malbatan pêk dihat berê xwe da warê xwe gundewarên Serêkaniyê. Ji hîn malbatên ku gihîştin navenda bajêr komên çekdar êrişî wan kir.

Komîteya Koçberan ragihand ku êrişî li ser 7 malbatan pêk hat. Piştî vê yekê komîteyê ragihand ku vegerandin hatiye rawestandin û diyar kir ku şert û mercên ewlehiyê nehatine bicîhanîn.

Li gorî agahiya ku rêvebera Komîteya Koçberên Serêkaniyê Zehra Semo da, nêzîkî 200 malbat li gundê Ehras û 30 malbat jî li Til Helef bi cih bûn. Hîn Malbatên jî li Til Camûs, Esediye, Ezîziyê û gundên rojhilatê stasyona Ava Elokê bi cih bûne.

Her wiha li gorî komîteyê, malbatên ku li gundan bi cih bûn tu pirsgirêk nîne. Malbatên ku çûn navenda bajêr piştî êrişa komên çekdar vegeriyan Hesekê.

JI BO DESTPÊKIRINA VEGERÊ TÊ PAYÎN KU ÇI GAV WERIN AVÊTIN?

Rêvebera Komîteya Koçberên Serêkaniyê Zehra Semo, diyar kir ku pirsgirêkên ewlehiyê yên li navenda bajêr divê werin çareserkirin û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê berpirsiyariya vê yekê bigire ser xwe.

Zehra Semo da zanîn ku ji bo karwanê duyemîn bi rê bikevin divê misogerkirina ewlehiyê û garantîkirina şert û mercên ewle hebin.

Zehra destnîşan kir ku rêyên Til Temir-Serêkaniyê û Dirbêsiyê-Serêkaniyê hîna ji mayînan nehatine paqijkirin.

Zehra diyar kir ku eger hikumeta veguhêz gavên lihevkirî li ser van mijaran bavêje, vegerandin dikare di demek kurt de ji nû ve dest pê bike.

AMADEKARIYÊN JI BO KARWANA DUYEMÎN BERDEWAM DIKIN

Komîteya Koçberên Serêkaniyê hewlên xwe didomîne da ku piştî karwana yekem, koma duyemîn jî vegere herêmê.

Komîteya Koçberan  ji bo ku hemû koçber vegerin kar û xebatên xwe bi awayek awarte didomîne.

(bb)

ANHA