Piştî gurbûna şerê Îsraîl-DYA û Îranê bangên diyalogê têne kirin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê gelek êriş li dijî Tehranê pêk anîne. Îranê jî mûşek avêtin Îsraîlê. Di encamê de zirarên mirovî û madî çêbûn. Washingtonê ragihand ku baregeha Pasdarên Îranê hat rûxandin. Dewletên Ewropa û Kendavê jî bangên diyalogê kir.

Piştî gurbûna şerê Îsraîl-DYA û Îranê bangên diyalogê têne kirin
2 adar, 2026   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku wê êrişeke berfireh li dijî paytexta Îranê Tehranê daye destpêkirin û diyar kir çeka hewayî pêleke nû ya êrişan li dijî “hedefên girêdayî rejîma Îranê li dilê bajar" daye destpêkirin.

Medyaya Îranê ragihand ku êrişên hewayî yên giran li ser Tehran û bajarên din hatine kirin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ji kovara The Atlantic re got “îranî dixwazin biaxivin” û diyar kir ku wî ev yek qebûl kiriye, lê Tehran “di pêşkêşkirina “çareseriyeke pratîkî û hêsankirina pêkanînê dereng ma”.

Sekreterê giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Nîştimanî ya Îranê Elî Larîcanî îro îdiayên ku dibêjin ew hewl dide dan û standinên bi Washingtonê re ji nû ve bide destpêkirin, red kirin.

ÎRANÊ BI MÛŞEKAN LI ÎSRAÎLÊ DA

Hêzên Îranê di saetên derengiya şevê de mûşek avêtin herêmên Îsraîlê. Li gorî medyaya Îsraîlê nêzî 10 kes birîndar bûn û zirarên madî çêbûn.

Hate ragihandin ku ji ber êrişê li hin herêman Îsraîlê sîren hatine lêxistin. Her wiha dîmenên astengkirina mûşekan ji aliyê pergala parastina hewayî ya Îsraîlê ve hatin parvekirin. Li gorî hin nûçeyan, li Qudsê û herêmên din zirarên mezin çêbûne û dîmenên wêraniyê li ser medyaya dijîtal hatin parvekirin.

CENTCOM: BAREGEHA PASDARAN HAT RÛXANDIN

Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM) jî bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişên dawîn de baregeha Fermandariya Pasdarên Îranê hat rûxandin û diyar kir “êrişên berfireh ên Amerîkayê serê mar jê kir.”

CENTCOM'ê destnîşan kir ku piştî êrişê êdî Pasdarên Îranê bê baregeh bûye û diyar kir ku "ev derbe di çarçoveya bersivdayîna gefên domdar de hat kirin.”

EWROPAYÊ BANGA KÊMKIRINA RAGEŞIYÊ KIR

Fransa, Brîtanya û Almanyayê der barê şer de daxuyaniyeke hevbeş da û fikarên xwe anîn ziman. Her sê welatan banga xweragirtinê û vegera li maseya diyalogan li Îran û Îsraîl-DYA'yê kir.

KONSEYA TEVKARIYÊ YA KENDAVÊ: MAFÊ ME HEYE EM BERSIVÊ BIDIN

Endamên Konseya Tevkariyê ya Welatên Kendava Erebî bi rojeva êrişên Îranê civîneke online li ser asta wezîran li dar xist.

Konseyê diyar kir ku “êrişên Îranê nayên qebûlkirin û ne heq in”. Her wiha hate gotin mafê welatên konseyê heye ku bersiva êrişan bidin û tedbîrên pêwîst ên parastinê bigirin.

Wezîrên endam ên Konseya Tevkariyê ya Welatên Kendava Erebî banga rawestandina êrişan kir. Bang li civata navneteweyî û Konseya Ewlehiyê kir ku helwesteke xurt nîşan bide da ku qada şer berfireh nebe. Her wiha diyar kir ku diyalog rêya yekane ya çareserkirina aloziyê ye.

(bb)