Ji ber şerê li Îranê petrol biha bû

Ji ber şerê Îsraîl-DYA û Îranê li bazara Asyayê buhayê petrolê gelekî bilind bû. Buhayê warîla petrola Brent ji sedî 13 zêde bû û 80 dolar derbas kir.

Ji ber şerê li Îranê petrol biha bû
2 adar, 2026   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Gurbûna şerê li Rojhilata Navîn bandor li bazara enerjiyê ya navneteweyî kir. Li gorî nûçeya Bloomberg Newsê, li Asyayê warîla petrola Brent gihaşt 80,2 dolarî.

Ev hejmar roja Înê 72,87 dolar bû ku tê wateya zêdebûnek di asta ji sedî 13'an. Analîst dibêjin, eger rageşiya leşkerî ya li herêmê dewam bike dê bihabûna petrolê de jî dewam bike.