Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî li Dihokê ne

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî ji bo beşdarî Forûma Aştî û Ewlekariyê bibin çûn bajarê Dihokê.

Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî li Dihokê ne
Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî li Dihokê ne
Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî li Dihokê ne
Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî li Dihokê ne
Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî li Dihokê ne
19 mijdar, 2025   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

İlham Ehmed û Mazlûm Ebdî ji bo beştarê Forûma Aştî û Ewlekariya Rojhilata Navîn – MEPS 2025 ku îro li Zanîngeha Amerîkî ya li Dihokê ya Başûrê Kurdistanê tê li darxistin bibin çûn Dihokê.

Îlham Ehmed û Mazlum Ebîd daketina zaningehe ji alyê Cîgirê Wezîrê karê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî û Serokê Herêma   Federal a Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hatin pêşwazîkirin.

Hejmareke mezin ji kesayetên siyasî, akademîsyen û lêkolînerên ji Amerîkaya Bakur, Ewropa û Rojhilata Navîn beşdarî forûmê dibin.

Foruma MEPS ji hêla Zanîngeha Amerîkî ve li ji sala 2019'an ve tê organîzekirin. Forum wê du rojan berdewam biker û mijarên cur bi cur bên nîqaşkirin.

Di Forumê de wê îlham Ehmed tevlê rûneştnek diyaloke bibe. Mazlûm Ebdî jî wê axaftinêkî bike.