Encama panela jin: Di avakirina civaka demokratîk de pêşxistina rola jin û ciwanan

Koordînasyona jinan a Rêveberiya Xweser û Kongra Star di dawiya panela xwe de girîngî da têkoşîna li dijî tundî û xwekuştinê, pêşxistina hişyarkirinê, xurtkirina jinan û pêşxistina rola ciwanan.

Encama panela jin: Di avakirina civaka demokratîk de pêşxistina rola jin û ciwanan
8 tîrmeh, 2025   18:43
QAMIŞLO

Li Qamişloyê, bi dirûşma "Bi hev re ber bi civaka exlaqî, demokratîk û komînal ve", bi amadebûna zêdetirî 100 nûnerên saziyên jinan, yên civakê û partiyên siyasî panelek hat organîzekirin. Di encamnameya panelê de zehmetiyên heyî di ber çavan re hatin derbaskirin, her wiha hate gotin ku divê hemleyên hişmendiyê yên berfireh ji gundan heta bi bajaran, bi beşdariya saziyên jinan û civakî werin destpêkirin û aliyê qanûnî, bi rêya rûniştinên meydanî yên ji bo danasîna qanûnên der barê malbatê û sûcên elektronîk de were xurtkirin.

Her wiha bang hat kirin ku hewldanên ragihandina dîjîtal werin zêdekirin ku balê bikişînin ser diyardeyên civakî yên xeternak, hevdîtinên rewşenbîrî ji bo partî û saziyên ciwanan re ji bo rûbirûna van diyardeyan werin birêxistinkirin.

Divê jin di aliyên derûnî û qanûnî de werin bihêzkirin, piştgiriya ciwanan were kirin ku hêmanek aktîv di avakirina civakê de ne, hevkarî di navbera saziyan de were xurtkirin ku bicihanîna qanûnan û pêkanîna edaletê were misogerkirin. Ev jî dibe alîkar ku civakeke demokratîk, ewle û komînal were avakirin û bi hêzeke zanatir û hevgirtineke civakî li hember diyardeyên neyênî bisekine.

Beşdarên panelê di dawiyê de bal kişand ser pêwîstiya guherînê ji teşxîsê ber bi kirinê ve, bi rêya destpêkirina însiyatîfên civakî û qanûnî yên ku bi rewşa guherî re têkildar bin, her wiha ji bo sînordarkirina tundiyê, xwekuştin, hişbirê û parastina jin û ciwanan çareseriyên bingehîn werin danîn.

Di dawiyê de beşdaran li ser girîngiya şopandin û hevkariya di navbera alî û saziyan de li hev kir, ku encamname li ser erdê werin bicihanîn. Ev yek dibe alîkar ku civakek li hember diyardeyên neyînî berxwedêr be û ji nirxên pirrengî, edalet û wekheviyê haydar be, were avakirin.

(mh/fr)

ANHA