Di êrişa dijî erebeyekê li Idlibê de kesek hat kuştin

Di êrişa balafireke bêmirov a biçek a li dijî erebeyekê li gundewarê bakurê Idlibê de kesek hat kuştin û yek din jî bi giranî birîndar bû.

Di êrişa dijî erebeyekê li Idlibê de kesek hat kuştin
8 tîrmeh, 2025   16:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku di êrişa balafireke bêmirov a nenas li dijî erebeyekê li ser rêya çandiniyê li nêzî bajarokê Killî yê bakurê Idlibê de, kesek hat kuştin û yek din jî bi giranî birîndar bû.

Ji ber bombebaranê erebî bi temamî hat rûxandin û birîndar rakirin nexweşxaneyekê herêmê. Lê SOHRˊê kesên hatine hedefgirtin aşkera nekir.

SOHR’ê bi bîr xist ku 10’ê Hezîrana îsal li bajarokê Dana yê li bakurê Idlibê motorsîklêtek hatibû bombebarankirin, di encamê de 2 kesên tê de hatin kuştin. Li nêzîkî El Kerama ya li bakurê Idlibê, di êrişeke din a bi dronekê ya li dijî erebeyekê de kesek hatibû kuştin.

Bûyerên wiha li herêmê digel dubarebûna êrişên berdewam û hedefgirtinên bi balafirên bêmirov, dewam dikin.

(fr)