Pêşveçûna Meclisa Leşkerî ya Minbicê rojeva rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser pêşveçûna hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û rêya siyasî ya ji bo diyalogê û siberoja Sûriyeyê.

Pêşveçûna Meclisa Leşkerî ya Minbicê rojeva rojnameyên erebî ye
24 kanûn, 2024   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

‘GELO REJÎMA NÛ YA SÛRIYEYÊ DÊ XWE JI ŞAŞIYÊN MEZIN ÊN REJÎMA IRAQÊ DÛR BIXE?’

Rojnameya El Ereb a Londonê bal kişand ser hewcedariya Sûriyeyê ku ji ezmûnên li Iraqê sûdê wergire û wiha nivîsand: “Dema ku Sûriyeyê li siberoja xwe difikire piştî salên şer ên dijwar, dersên ku ji ezmûna Iraqê ya piştî 2003`yan hatine girtin, dê bibin hişyariyeke baş. Ew trajediyên ku li Sûriyeyê û Iraqê çêbûne, di van deh salên borî de, li her du welatan birînên mezin vekirine, li her du welatan mezhebîtî û gendeliyê dewlet felc kiriye, bûne sedema şerên navxweyî û zirar dane binesaziyê, aborî û tevna civakê.

Ji bo Sûriyeyê tişta sereke divê yekitiya neteweyî be. Rejîma nû divê xwe ji polîtîkayên ku mezheb, nîjad an herêmekê di ser ên din re digirin, dûr bixe. Nûnertiya di hikumetê de li şûna kotayên mezhebî, divê li ser bingeha bikêrhatîbûnê be. Însiyatîfên ku lihevhatin û diyalogê di navbera civakên cihêreng ên li Sûriyeyê de bi pêş dixin, dikarin bibin alîkar ku birînên şer derman bikin û pêşî li paşguhkirina her komekê bigirin.”

‘DIYALOG... LI GOR ŞERTÊN ME’

Rojnameya El Exbar der barê pêşveçûna hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya li herêma Minbicê de nivîsî.

Rojnameyê agahiyên xwe spartin daxuyaniya meclisê û wiha nivîsî: “Hêzan li derdora bendava Tişrînê li dijî çeperên Artêşa Nîştimanî dest bi êrişeke dijber kir û di encamê de bi dehan endamên koman hatin kuştin û birîndarkirin û gelek erebeyên leşker jî rûxandin. Êrişê piştî ku êrişeke berfireh li derdora bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê têk birin, dest pê kir û hêzên wan li girên derdora bendava Tişrînê dest bi hemleyeke mezin kir ku komên girêdayî Tirkiyeyê ji wan giran êrişî bendavê dikir.”

Rojnameyê diyar kir: “QSD bi awayekî maqûl ji bo çend daxwazên Enqereyê re nermbûnê nîşan dide, lê Tirkiye li ser şer israr dike.”

Li gorî rojnameyê Washington dê ji bo pêkanîna diyalogeke nerasterast a di navbera her du aliyan de dîsa zextê bike, di heman demê de bihêle ku hikumeta nû bi QSD’ê re diyalogê bike.”

(k)