CENTCOM: Li Dêrazorê 2 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin

Li Dêrazorê di êrişeke hewayî ya DYA’yê de 2 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

CENTCOM: Li Dêrazorê 2 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin
24 kanûn, 2024   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser hesabê xwe yê X’ê ragihand ku li Dêrazorê êrişeke hewayî li dar xistiye û di encamê de 2 çete hatine kuştin û çeteyek jî birîndar bûye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di êrişê de erebeyeke çeteyan ku çek û cebilxane tê de bûn, bi temamî hatiye rûxandin.

Di daxuyaniyê de ev agahî jî hatin parvekirin: "Herêma êriş lê çêbûye, berê di bin kontrola rejîma Sûriyeyê û hêzên Sûriyeyê de bû. Di çarçoveya hewldanên hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî terorê û tunekirina şaneyên DAIŞ`ê de êriş hatiye lidarxistin."

(şx)