Li Balikesîrê teqîn: 12 kes mirin

Li Balikesîr di encama teqîna li febrîqeyekê de 12 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn.

Li Balikesîrê teqîn: 12 kes mirin
24 kanûn, 2024   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li taxa Kavakli ya li bejahiya navçeya Karesî ya li navenda bajarê Balikesîrêa Tikiyê , li febrîqeyeke ku teqemenî lê dihate hilberîn, teqînek çêbû. Piştre jî febrîqe hilweşiya û agir pê ket.

Li gorî rayedarên dewleta Tirk 12 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn.