Rojevên hefteyekê; Civîna Riyadê, geşedanên li Lubnanê û agirbesta Xezayê

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên hefteya borî de civîna li Riyadê ya der barê Sûriyeyê de nirxandin diyar kirin ku beşdarên civînê li ser piştgiriya bijarteyên gelê Sûriyeyê û rêzgirtina li vîna wî li hev kir. Rojnameyan der barê Lubnanê de jî destnîşan kir ku Lubnaniyan kêfxweşiya xwe bi guhartinên nû yên li Lubnanê re nîşan da.

Rojevên hefteyekê; Civîna Riyadê, geşedanên li Lubnanê û agirbesta Xezayê
19 ÇILE, 2025   08:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Civîna li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê ya der barê Sûriyeyê, rewşa Lubnanê ya piştî hilbijaritna serokkomarê nû û agirbesta li Xezayê nirxandin.

Rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek bi sernavê "Civîna Riyad: Ceza rê li ber pêşketinê digirin... paşeroja Sûriyê ji aliyê Sûriyê ve tê çêkirin" da.

Rojnameyê amaje bi wê yekê jî kir ku "Beşdarên civînê li ser piştgirîkirina pêvajoya derbasbûnê ya Sûriyeyê ku têde hêzên siyasî û civakî hebin, mafên hemû Sûryeyiyan diparêze, bi beşdariya hemû pêkhateyan, gotûbêj kirin. Her wiha çareserkirina hemû pirsgirêkan bi rêya diyalogê û pêşkêşkirina piştgirî û şîretan bi awayekî ku rêz li serxwebûn û serweriya welat bigire nîqaş çêbû. Beşdaran diyar kirin ku ew piştgirê biryara gelê Sûriyeyê ne û rêzê li iradeya wî digirin. "

Rojnameya El Ereb ku navenda wê li Londonê ye, manşêteke bi sernavê: “Kongreya Riyadê li ser Sûriyeyê... girseyeke mezin bê planeke zelal" weşand.

Rojnameyê bi bîr xist ku cara pêşî ye piştî rûxîna Esed, kongreyeke ji bo Sûriyeyê çêdibe û nûnerên Sûriyeyê lê amade ne .

Rojnameyê bal kişand ser pêşniyarên di civînê de jî hatine kirin û hate gotin, "tê gumankirin ku dê pêşniyarên Sûdiyê û Imaratê neyên pejirandin, ji ber plana Qater-Tirkiyê têne ferzkirin."

 Li gorî rojnameyê, pêywendiyeke nêzî ya Rêveberiya nû ya Sûriyeyê bi Qeterî û Tirkan re heye. Hate diyarkirin ku "Qeter û Tirk di salên borî de mezintirîn piştevanên komên opozîsyona îslamî bûn û niha hewl didin ku bi rengekî eşkere û zelal vê pêwendiyê xwert bikin, lewma behsa alîkariya aborî dikin. "

 ‘LUBNAN... AOUN Û AŞTÎ’

Der barê pirsa Lubnanê de rojnameya El Şerq El Ewset wiha nivîsî: “Piştî çend rojan ji hilbijartina serokkomarê nû yê Lubnanê general Cozêf Aoun, Serokatiya Lubnanê duh (duşem) serokê Dadgeha Navneteweyî ya Edaletê dadwer Newaf Selam, ji bo avakirina hikumetê erkdar kir, piştî ku di parlamentoyê de ji 128 parlamenteran 85 parlamenter piştgirî da.”

Li gorî rojnameyê: "Hiş û aqil dibêjin piştî şiyarbûna ji şokê zehmet e ku mirov li ser balîfa baweriyê razê, ji ber vê yekê divê rastiyên siyasî, civakî û hiqûqî li ser erdê bêne pêkanîn ku nehêle rewşa berê vegere.”

ˈLI XEZAYÊ SERDEMEKE NÛ: AGIRBESTˈ

Tora El Erebiye der barê agirbesta li Xezayê de nivîsî. Hate gotin: “Em rûbirûyî rêkeftineke siyasî ne, belkî agirbesteke li ser bingeha rêgezên ewlehiyê. Ev rêkeftin jî li gorî qonaxan e. Ev tê wê wateyê ku encamên sabit nîn in, lê di her kêliyê de pêvajoyeke komkirî û neçalakkirî ye, dibe ku were beltalkirin jî.”

Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku şerê Xezayê ji ber lihevhatina berjewendiyên Hemasê bi berjewendiyên Netanyahu re pirsgirêkeke bigirêk e, ji ber vê yekê jî encamên wê yên xirab dê berdewam bin.

(fr)