Li 9 bajaran qeyûm hatin protestokirin
9 şaredariyan piştgirî da şaredariyên Bakurê Kurdistanê ku dewleta Tirk li şûna hevşaredarên wan qeyûm tayîn kirine.
Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û yên herêmê, ji bo şermezarkirina desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlin û Xelfetiyê yên Bakurê Kurdistanê û tayînkirina qeyûman, daxuyanî dan.
QAMIŞLO
Endam û rêveberên Şaredariya Gel a Qamişloyê li ber avahiya şaredariyê. Hevseroka Şaredariyê Gel Emel Şemdîn daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku tifaqa AKP-MHPˈê bi hemû rêbazên derqanûnî operasyonên qirkirinê li dijî gelê herêmê didomîne da ku îradeya gelê Kurd û gelên demokratîk bişkîne.
Di daxuyaniyê de, desteserkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê yên ku nûnertiya gelê Bakurê Kurdistanê dikin, hat şermezarkirin.
DÊRIK
Şaredariya Gel a Dêrikê jî bi daxuyaniyekê xespkirina 3 şaredariyên Bakurê Kurdistanê û tayînkirina qeyûman şermezar kir. Endama Şaredariya Dêrikê Hezne Hacî daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku "Dewleta Tirk operasyonên qirkirina siyasî li dijî şaredariyên ku nûnertiya gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dikin, didomîne. Ev hewldan dijbertiya wê ya li nirxên mirovahiyê û gelê herêmê nîşan dide."
TIRBESPIYÊ
Şaredariya Gel a Tirbespiyê jî bi heman armancê daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber avahiya şaredariyê ji aliyê rêvebera Nivîsgeha Jinan Nejbîr Hesek ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de desteserkirina şaredariyan ji aliylê desthilata Erdogan û partiya wî ve hatin şermezarkirin.
ÇILAXA
Şaredariya Gel a bajarê Çilaxa ya kantona Cizîrê jî bi daxuyaniyekê berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê ya li hemberî qeyûman şermezar kir. Daxuyaniya li pêşiya avahiya şaredariyê hate dayîn bi zimanên erebî û kurdî ji aliyê hevserokên şaredariyê Feysel Hesen û Firyal Qesûm ve hat xwendin.
GIRKÊ LEGÊ
Şaredariya Gel a Girkê Legê jî daxuyanî da. Hevserokê Şaredariya Girkê Legê Ebduselam Berces ku amadebûna endam û rêveberên şaredariyê daxuyanî xwend, berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê ya li hemberî polîtîkayên qirkirina siyasî yên desthilata Tirk silav kir.
TIL BIRAK
Şaredariya Gel a Til Birakê bi daxuyaniyekê siyasetên qirkirina siyasî ku dewleta Tirk li dijî şaredariyê ku bi vîna gel hatine hilbijartin, şermezar kir.
Daxuyanî li ber avahiya şaredariyê ji aliyê hevseroka şaredariyê Yusra Xilêf ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi operasyonên xwe yên qirkirina siyasî de îsbat dike ku li dijî nirxên mirovahiyê ye û dijbertiya gelên herêmê dike. Her wiha hate destnîşankirin ku dewleta Tirk dewleteke terore bi rêbazên derqûnî terorê derbasî herêmên din dike.
Di daxuyaniyê de desteserkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê û tayînkirina qeyûman hatin şermezarkirin û peyama piştgiriyê ji bo berxwedana li hemberî qeyûman hat dayîn.
HELEB
Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi daxuyaniyekê desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlin û Xelfetiyê yên Bakurê Kurdistanê û tayîdkirina qeyûman şermezar kir.
Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên şaredariyê li ber avahiya Şaredariya Gel a li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê hat dayîn û ji aliyê hevserokê şaredariyê Mistefa Şahîn ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hikumeta Tirk a bi serkêşiya AKPˈê û serokê wê Erdogan dijberên nirxên mirovahî û gelan e.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dûrxistina hevşaredarên Xelîfetê, Mardîn, Êlih û Xelîfetê dûrxistina dengê hilbijêrên ku mafên xwe yên azadiyê bi kar anîne ye, çewisandina îradeya wan e.
Di daxuyaniyê de operasyonên qirkirina siyasî û etnîkî yên li dijî hevşaredarên ku bi îradeya gelên Bakurê Kurdistanê hatine hilbijartin hatin şermezarkirin û peyama piştgiriyê bi berxwedana gelê Bakur hate dayîn.
Di daxuyaniyê de hate gotin, civaka navneteweyî berpirsa terora dewleta Tirk a faşît a li hemberî gelên herêmê û gelê Kurd bi taybetî ye.
KOBANÊ
Li dijî xespa li îradeyê, 15 şaredariyên kantona Firatê daxuyaniyeke hevbeş da
Daxuyanî ji aliya endama Desteya Şaredariyan a Kantona Firatê Rewan Hemî ve hat xwendin
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Ev ne cara ewilî ye ku hikumeta Tirk qeyûm datîne ser şaredariyan. Di sala 2016’an de, di heman dîrokê de dîsa ev tişt hate kirin.
Di vê demê de, her kes dibîne ku hikumeta Tirk hewil dide bi awayekî ne demokratîk û ne adil, raya gel tûne bike. Der barê zihniyetên tek zilamî yên ku di bin serokatiya AKP-MHP’ê de têne pêşxistin. Wekî gelê Kurd û hemû kesên ku li Bakurê Kurdistanê dijîn divê bi hev re bi yek dengî û bi yek helwestê li hemberî kiryarên qirêj û ne demokratîk derkevin.
Wekî ku tê zanîn, di 2’yê Adara 2024’an de, careke din qeyûm avêt li ser şaredariya Wanê, lê îradeya gelê Wanê hişt ku hikumeta AKP gav paşde bavêje.
Em weke Desteya Şaredariyên Kantona Firatê, vê qeyûmê şermezar dikin
Em bang li tevahî gelê Kurd, gelê Bakurê Kurdistanê dikin ku li hemberî van kiryaran serî rakin û divê saziyên mafên mirovan kiryarên li Bakurê Kurdistanê diqewimin, ber çav re derbas bikin.”
ŞEHBA
Şaredariya Gel a Til Rifet a kantona Efrîn û Şehbayê daxuyaniyek da. Hevserokên şaredariyê Heyf Sîdo û Fatme Îbrahîm daxuyanî li pêşiya çerxerêya Zeytûn xwend.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku desteserkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê, siyaseta xapandinê û fîlebaziyê yê dewleta Tirk û îdiayên wê yên ku qaşo banga azadiyî û demokrasiyê dike, aşkera kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin. "Em piştgiriya şaredariyên Bakurê Kurdistanê li hember siyasetên nijadperestiyê û şofanîst dikin. Em bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî dikin ku siyaseta dewleta Tirk a dagirker aşkera bikin.
TEBQA
Têkildarî mijarê, Yekitiya Şaredariyan a kantona Tebqayê tayînkirina qeyûman li şûna hevşaredarên şaredariyên Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şemrezar kir. Hevserokê yekitiyê Elî Taha li pêş avahiya Foca Agirkujiyê ya bajêr daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de darbaya faşîsta Tirk a bi serkêşiya AKP-MHPˋê li dijî vîna gelan û tayînkirina qeyûman li şûna hevşaredaran hat şermezarkirin.
Her wiha hat gotin ev yek li dijî mafên gelan di derbirîna ramanên xwe binpêkirina aşkera ye û li dijî nirxên gelan û berjewendiyên wan sûc e.
Di dawiyê de bang li gelên azad hat kirin ku li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker derkevin, pergala qeyûman a li dijî mafê gefan di hilbijartina nûnertiya xwe de şermezar bikin, her wiha hêzên navneteweyî ji sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî demokrasî, aştî û ewlehiyê hatin hişyarkirin û bang li wan hêzan hat kirin destwerdanê bikin û zextê li dewleta Tirk bikin ku van sûcan bi dawî bike.
(şx)