Pentagon: Firqeya 82ˊyan ber bi Rojhilata Navîn ve kete rê

Çavkaniyên leşkerî ji Pentagonê diyar kir ku hêzên Firqeya 82ˊyan a artêşa Amerîkayê ber bi Rojhilata Navîn ve ketiye rê ku tev li hêzên din bibin û wê di navbera 2 hefteyan an zêdetir bigihînin herêmê.

Pentagon: Firqeya 82ˊyan ber bi Rojhilata Navîn ve kete rê
23 adar, 2026   23:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora CNNˊê ya Amerîkayê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên leşkerî ji Pentagonê da zanîn ku hêzên Amerîkayê yên ku beriya çend rojan ferman wergirtibû ku ber bi Rojhilata Navîn ve tev bigerin, di rê de ne û wê di navbera 2 hefteyan an zêdetir de bigihînin herêmê.

2 çavkaniyên ji Pentagonê ku navên xwe diyar nekirin anî ziman ku Rêveberiya Amerîkayê ferman daye hêzên Firqeya 82ˊyan ku amade bin ji bo ku li Rojhilata Navîn belav bibin û operasyonên leşkerî pêk bînin.

(fr)