Hêzên Îsraîlê 5 welatî li Quneytîrayê girtin

Dewriyeyek Îsraîlê derbasî gundewarê Quneytîrayê bû, hejmarek welatî girtin.

Hêzên Îsraîlê 5 welatî li Quneytîrayê girtin
23 adar, 2026   23:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewriyeyek Îsraîlê ku ji 30 leşker û wesayîtên leşkerî pêk tê derbasî herêmên Ruweyhiniyê û Mentera yên Quneytîrayê bûn, 5 welatî girtin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Li herêmên başûrê Sûriyeyê tevgerên leşkerî û zêde yên Îsraîlê piştî hilweşîna rejîma Baasˊê hene, hemwextî wê jî welatî tên girtin.

(fr)