Li 2 bajarokên Hesekê mûşek ketin

Li 2 bajarokên Hesekê yên di bin kontrola hikumeta demkî ya Sûriyeyê de 2 mûşek ketin.

Li 2 bajarokên Hesekê mûşek ketin
23 adar, 2026   23:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku 2 mûşek li 2 bajarokên gundewarê Hesekê ku di bin kontrola hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ketin.

SOHRˊê destnîşan kir ku mûşek li derdora herêmên Til Xexal û Til Birak ên Hesekê ketin. Ev ketina mûşekan hemwextî êrişa li dijî baregeha Xerab El Cîr a li Rimêlanê pêk hat.

(fr)