Paytexta Sûdanê Xortum bi dijwarî hat topbarankirin

Şerê artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn li başûrê paytexta Sûdan Xortumê dewam dike. Hemwextî şer, artêşa Sûdanê gelek dever;n paytextê topbaran kirin.

Paytexta Sûdanê Xortum bi dijwarî hat topbarankirin
5 mijdar, 2023   14:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora El Erebiya ragihand ku artêşa Sûdanê ji baregeha Kererî ya li Um Dermanê, gelek deverên paytexta Sûdanê Xortumê bi dijwarî topbaran kirine.

El Erebiya li gorî şahidan ragihand ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn êrişî navendeke artêşê ya li başûrê Xortumê kiriye, li ser wê yekê di navbera her du aliyan de şer derketiye.

Di topbarana Hêzên Piştevaniya Lezgîn a li djiî sûka taxeke herêma Kererî de jî bi kêmanî 12 kes hatin kuştin, bi dehan jî birîndar bûn.

Hêzên Piştevaniya Lezgîn dorpêça li ser taxa Fetîhab a li bajarê Um Derman zêdetirî hefteyekê ye dewam dike û rê nade ku madeyên xwarinê û derman derbas bibin.

Şerê Hêzên Piştevaniya Lezgîn û artêşa Sûdanê du hefteyan piştî nakokiyan, di nîvê Nîsanê de ji nişke ve dest pê kiribû.

(c)