Pasdarên Îranê kolberê ji Seqizê qetil kir

Di encama êrişa pasdarên rejîma Îranê de kolberekî Kurd ê ji bajarê Seqizê hat qetilkirin.

Pasdarên Îranê kolberê ji Seqizê qetil kir
2 gulan, 2024   20:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh ku 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê bû, pasdarên Îranê weke her carê êrişî kolberên Kurd kirin û di encamê de kolberê Kurd ê ji bajarê Seqizê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî rapora Rêkxistina Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, kolberê bi navê Hêmin Ehmedî (45) ku zewicî bû û xelkê gundekî girêdayî bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê, di dema ku li sînorê Bestam derbas dibû de, bi guleyên nobedarên sînor ên rejîma Îranê ve hate qetilkirin.

Kolber Hêmin Ehmedî ji dûriya metreyekê ji aliyê pasdarên rejîma Îranê ve bi çeka klaşnîkov hate gulebarankirin, gulek bi mîde û nêzîkî dilê wî dikeve û jiyana xwe ji dest dide.

 Li gorî rapora Kolber News ku çarşema borî weşandibû, ji 1’ê Gulana 2023ˊyan ta 1’ê Gulana 2024’an 52 kolber ku 44 ji wan zarok bûn ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qetilkirin û 450 kolber jî birîndar bûne.