Li Qamişloyê pirsgirêka sotemeniyê û pereyên nû

Qamişlo ji nêzî 2 hefteyan ve bi pirsgirêka nebûna benzînê li benzînxaneyan re rû bi rû ye. Ev yek bû sedem ku tevgera veguhastinê raweste û hejmarek mezin ji ajokaran bisekinin.

Li Qamişloyê pirsgirêka sotemeniyê û pereyên nû
Li Qamişloyê pirsgirêka sotemeniyê û pereyên nû
Li Qamişloyê pirsgirêka sotemeniyê û pereyên nû
Li Qamişloyê pirsgirêka sotemeniyê û pereyên nû
5 tebax, 2026   07:52
QAMIŞLO
MIHEMED NÛRÎ ELO

Li bajarê Qamişloyê 12 roj e benzîn li benzînxaneyan nemaye. Vê yekê bandoreke mezin li tevgera veguhastinê û qadên din ên jiyanê kiriye. Hejmarek mezin a taksiyan sekiniye.

Pirsgirêka sotemeniyê hemwextî pirsgirêka kêmbûna pereyên nû yên Sûriyeyê li sûkan derketiye.

Welatî û ajokarên taksiyan diyar kir ku hejmareke dikan û benzînxaneyan êdî dan û standina bi pereyên kevin red dikin û pereyên nû dixwazin. Ev yek digel peydanekirina pereyên nû li cem hejmarek mezin a welatiyan pêk tê û xebatên kirîn û firotinê asêtir kiriye.

Hejmarek ji welatiyan destnîşan kir ku serfkirina dolan bi hevrûkirina hejmarek parêzgehên dîtir ên Sûriyeyê pir bilind e, hemwextî wê pereyên nû yên Sûriyeyê kêm in.

Têkildarî mijarê, karkerê benzîxaneyeke li Qamişloyê Hesen Hesen ji ajansa me re got pirsgirêka nebûna benzînê kete roja 12’an û êd piranî benzînxane hema hema rawestiyane.

Hesen wiha domand: "Ji destpêka vê pirsgirêkê ve em bê kar in. Welatî li her deverê li benzînê digerin. Soz hene ku di çend rojên bê de peyda bibe, lê heta niha nebûye."

Hesen anî ziman ku nebûna benzînê bandor li sûkan û tevgera welatiyan û tevahî jiyana rojane kiriye.

Ajokarê taksiye Mehmûd Yaqûb jî da zanîn ku pirsgirêka sotemeniyê bandoreke yekser li xebatên wan kiriye û got: "Ne benzîn, ne mazot ne xaz heye. Piranî ajokar sekinîne."

Yaqûb diyar kir ku lêçûna çûn û hatinê pir biha bûye; lêçûna çûna sûkê nêzî 25 hezar lîreya Sûriyeyê ye. Bihaya lîtreyeke benzîn li sûka serbaz nêzî 15 lîreyê ye.

Yaqûb destnîşan kir ku krîzê ne tenê bandor li kêmbûna sotemeniyê kir, lê hejmarek dikan û benzînxaneyan jî pereyên nû yên Sûriyeyê dixwzin û yên kevin nastînin.

Piştî proseya entegrasyonê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê sotemeniya têrker naşîne herêmê, berê hebûn û biha jî baş bû. Lê niha kêm e û biha pir bilind e.

Şêniyan bang li aliyên eleqedar kir ku benzînê peyda bikin, sûka serfe dîsplîn bikin û pereyên nû yên Sûriyeyê daxin sûkan.

(f)

ANHA