Komîteya Koçberên Serkaniyê: Veger mafek e ku nayê paşxistin

Di salvegera 7`mîn a koçberiya bi darê zorê ya şêniyên Serêkaniyê de, Komîteya Koçberên Serêkaniyê diyar kir ku mafê vegerê bi demê re winda nabe. Komîteyê banga gavên pratîk ji bo vegera ewle, dilxwazî û birûmet a koçberan kir.

Komîteya Koçberên Serkaniyê: Veger mafek e ku nayê paşxistin
9 cotmeh, 2026   13:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Koçberên Serêkaniyê îro bi boneya salvegera 7`mîn a koçberiya bi zorê ya şêniyên Serêkaniyê, bi sernavê "Heft Salên Koçberiyê û Mafê Vegerê " daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku gelek malbat hîn jî li benda derfeta vegerê û ji nû ve destpêkirina jiyana xwe ya asayî ne, di heman demê de zarokên ku di dema koçberiyê de ji dayik bûne dûrî bajarê xwe mezin dibin. Komîteyê diyar kir ku salên borî nebûne sedem ku şênî dev ji mal û erdên xwe berdin an jî dev ji mafê xwe yê vegerê berdin.

Komîteyê da zanîn ku ji bo pêkanîna vegerê, divê ewlehiya şênyan were misogerkirin, milk û mafên wan werin parastin û şert û mercên ji bo aramiya wan werin afirandin. Her wiha komîteyê diyar kir ku divê pirsgirêkên heyî bibn egera xebata ji bo derbaskirina wan pirsgirêkan, ne ku wekî hincetek ji bo derengxitinê werin bikaranîn.

Komîteyê diyar kir ku wan ji destpêka ve mijara vegerê xistiye rêza pêşîniyên xwe û xebata ku dest pê kiriye hêdî hêdî ber bi qonaxa pêkanînê ve diçe.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê di daxuyaniyê de daxwaza avakirina mekanîzmayên zelal kir ku koçber beşdarî biryarên derbarê siberojan wan de bibin û maf û milkên wan biparêze. Her wiha diyar kir ku soz û garantî divê bibin kiryarên şêber û berbiçav ku encamên wan ji hêla koçberan ve werin dîtin.

(k)

ANHA