Panorama hefteyê: Têkildarî bilindkirina rageşiyê li Derayê metirsî hene

Di rojevên rojnameyên erebî yên hefteya borî de behsa dan û standinên agirbestê yên di navbera Hemas û Îsraîlê de, krîza Lîbyayê û rageşiya nû li Derayê hat kirin.

Panorama hefteyê: Têkildarî bilindkirina rageşiyê li Derayê metirsî hene
25 tebax, 2024   05:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb El Londoniye nûçeyek bi sernavê "Piştî qedandina dema radestkirina çekan, komên çekdar di nava amadekariyan de ne" weşand. 

Rojnameyê diyar kir ku înê, dema ku serokê şaxa îstixbarata leşkerî ya hikumeta Şamê Lûey El Elî daye komên çekdar ên bajarê Mehce ji bo ku çekên xwe radest bikin, qediya. Şêniyên bajêr bi fikar in ku El Elî gefa ku li bajêr xwariye, bîne cih û bajar bike "Xezaya duyemîn".

Rojnameyê diyar kir ku metirsiyên cidî hene ku hikumeta Şamê êrişî Mehceyê bike û şer ber bi deverên din ên Derayê ve firehtir bibe, nemaze ku komên li gundewar û bajarokên parêzgehê hişyarî dan ku bê deng namînin.

Li gorî rojnameyê, êrişa li ser Mehceyê li dijî berjewendiya hikumeta Şamê ye, bi taybet ku li parêzgeha Siweydayê ya cîranê Derayê, rewş aloz e û diyar kir ku divê lêvegerek li rewşa ewlehiyê ya başûrê Sûriyeyê çêbe û sazûmaniya saziyên li wir, bi taybet komîteyên xwecih ên bûne çete ku hesab ji kesekî re nakin, ji nû ve çêke.

ˊDAN Û STANDINÊN XEZAˊ

Rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek bi sernavê "Agirbesta Xezayê: beriya gera Qahîreyê dan û standin di pêvajoyeke hesas de ne" weşand.

Rojnameyê di nûçeya xwe de diyar kir ku gelek astengî li pêşiya lihevkirina agirbestê ya li Xezayê hene û Amerîka Hemasê bi derengxistina îmzekirina lihevkirinê tawanbar dike, piştî ku şerê serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu red kir.

Di nûçeyê de rojnameyê cih da nirxandinên hin pisporan ku "metirsiyên astengkirina lihevkirinê ji derfetên biserketina wê zêdetir in" û bi hêvî ne ku dan û standinên Qahîreyê bi ser bikevin.

Li gorî rojnameyê 2 astengiyên sereke hene, ya yekê Îsraîl dixwaze korîdora Philadelphiyê di bin kontrola xwe ya leşkerî de bihêle û ya din ji bo çek ji başûrê Xezayê derbasî bakurê wê nebin, dixwaze mekanîzmayekê ava bike. Lê Hemas van her du daxwazan red dike.

Pisporan hişyarî da ku heke lihevkirin çênebe, Îran û Hizbullah dê êrişî Îsraîlê bikin û dûre dê "aloziyeke nû li herêmê pêk were".

 ‘LÎBYA: METIRSIYÊN RÛDANA ŞEREKÎ DI NAVBERA PARLAMENTO Û MECLISA SEROKATIYÊ DE’

Rojnameya El Beyan ku cih da aloziya Lîbyayê, diyar kir ku aliyên agahdar ên Lîbyayê, hişyarî da ku bi girtina qadên petrolê û benderan re şerekî kûr di navbera Meclisa Serokatiyê ya Trablusê û Parlamentoya li Bîngaziyê de biqewime.

Li gorî rojnameyê, çavdêr diyar dikin ku rewş hîna ne zelal e, lê di bin gefa aloziyekê de ye, dibe ku vegere rewşa beriya biryara agirbestê ku cotmeha 2020’ê li Cinêvê çêbûbû.