Şehîd Dilxwaz Hesekê hat oxirkirin

Xelkê bajarê Dirbêsiyê cenazeyê şehîd Dilxwaz Hesekê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî oxir kir.

Şehîd Dilxwaz Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Dilxwaz Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Dilxwaz Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Dilxwaz Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Dilxwaz Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Dilxwaz Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Dilxwaz Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Dilxwaz Hesekê hat oxirkirin
24 tebax, 2024   22:55
HESEKÊ

Bi sedan xelkê bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê cenazeyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Dilxwaz Ferhan Celo (Dilxwaz Hesekê) li Goristana Şehîd Rustem Cûdî yê gundê Berkevirê spart axê. Dilxwaz Hesekê dema li ser erka xwe bû di 22ˊyê vê hemê de şehîd bû.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Mihemed Nebî Kotî sersaxî da malbata şehîd û got: "Şehîd di oxira jiyaneke azad û rûmet de canê xwe didin."

Kotî wiha domand: "Bi saya fedakariyên şehîdan têkoşîna tevgera rizgariya Kurdistanê û berxwedana wê deng veda."

Her wiha endamê rêveber ê HPCˊê ya kantona Cizîrê Hemîd Meîş axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê ji bo şikandina vîna gelan êrişên dijwar pêk tîne."

Meîş wiha domand: "Vîna gelên têkoşer li hember xiyanetê û dagirkeriyê têk naçe. Em ê li ser metoda şehîdan û fikra Rêber Abdullah Ocalan heta serketinê tê bikoşin."

Her wiha apê şehîd Dilxwaz Hesekê, Îsmaîl Hac Ferhan Celo axivî û got: "Malbatê di oxira azadiyê de şehîd dan. Em soz didin ku li ser metoda şehîdan û fikra Rêber Abdullah Ocalan bimeşin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(fr)